Derketina derveyî welat li Serokê Parlamenta Iraqê hat qedexekirin
Serokwezîr Haydar Ebadî, derketina derveyî welat li Serokê Parlamenta Iraqê qedexe kir.
Serokwezîr Haydar Ebadî, derketina derveyî welat li Serokê Parlamenta Iraqê qedexe kir.
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî û hin parlamenter, duh ji aliyê Wezîrê Parastinê Xalid Ûbeydî ve hatin sûcdarkirin, derketina derveyî welat li wan hat qedexekirin.
Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Serokwezîr, derketina derveyî welat li kesên di rûniştina roja Duşemê de sûcdariya nelirêtiyê li wan hat kirin, heta meşandina lêpirsîneke rast, ji bo demekê qedexe kir."
Wezîrê Parastinê Ûbeydî di rûniştina duh a li parlamentê de Serokê Parlamentê Selîm Cîbûrî, parlamenter Mûahmmed Kerbûlî, Henan Fetlawî û Aliye Nûseyfî bi nelirêtiyê sûcdar kiribû.