DYA'yê yekemcar ji hewayê ve li hedefên DAIŞ'ê yên li Lîbyayê xist
Ji bo rizgarkirina bajarê Sîrte yê Lîbyayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yekemcar ji hewayê ve bomberdûman kir.
Ji bo rizgarkirina bajarê Sîrte yê Lîbyayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yekemcar ji hewayê ve bomberdûman kir.
Bomberdûman li ser banga hikûmeta yekîtiya demkî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin, hat kirin. Tê gotin, ji ber bomberdûmanê gelek kuştiyên çeteyan çêbûye.
Operasyonên yekîneyên Hikûmeta Demkî ya Lîbyayê yên ji bo derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji Sîrteyê, dewam dikin. Ji bo destekê bide van operasyonan DYA'yê cara yekê ji hewayê ve bomberdûman kir.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook diyar kir, fermana bomberdûmanê ji aliyê Serok Barack Obama ve hatiye dayîn û ragihand, di encama vê bomberdûmanê de gelek endamên DAIŞ'ê mirin e. Cook da zanîn, li bajarê Sîrteyê hê jî bi qasî hezar çeteyên DAIŞ'ê hene, lê agahî neda bê bomberdûman bi balafirên bêmirov an jî balafirên şer hatiye kirin.
Li Lîbyayê, piştî têkbirina Mûammer Kaddafî, ji sala 2011'an û vir ve gelek komên çekdar der bûn. Bajarê Sîrte jî ji sala 2015'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye.