Ji bo qedandina şerê navbera yekîneyên hikûmetê yên ser bi Mansûr El Hadî, milîsên Hûsî yên Şîa û Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh, li Qûweytê muzakere dihatin meşandin. Piştî ku Hûsiyan plana Neteweyên Yekbûyî (NY) red kir, heyeta hikûmetê Qûweyt terikand.
Li ser navê heyetê Mûhammed El Emranî daxuyanî da û diyar kir, muzakere neqediyan e, lê eger aliyê li hemberî wan pêşniyara NY qebûl bike, ew ê vegerin Qûweytê.
Di pêşniyara NY de ji Hûsiyan tê xwestin, ku xwe vekişînin herêmên sala 2014'an û herêmên piştî sala 2014'an bi dest xistine, radest bikin. Ev yek jî tê wê wateyê ku divê Hûsî xwe ji paytext Sanaa û gelek bajaran vekişînin.
Lê belê, komên ser bi Alî Abdullah Saleh ku bi Hûsiyan re tifaq çêkirine, çend hefte beriya niha biryar dabûn 'hikûmeteke paralel' ava bikin. Hûsî dixwazin bi lihevkirinê serokdewletek bê hilbijartin, hikûmet bê ser kar û mijara vekişîna leşkerî jî piştî vê bê nirxandin.
Neteweyên Yekbûyî, Mansûr El Hadî û hikûmeta wî ya têkbirî weke yekane nûnerê Yemenê dinase.
Ji sala 2014'an û vir ve di şerê navxweyî yê li Yemenê de bi qasî 7 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan.