Spîegel: Tirkiye nikare Baregeha Încîrlikê ‘Biparêze’, rêjeya ewlekariyê zêde dikin

Welatên biyanî yên ku li Baregeha Încîlikê, Tirkiye ji bo bikarin yekîneyên leşkerî biparêzin, rêjeya ewlekariyê zêde dikin.

Li gorî malpera Spîegel,îdîa kir ku piştî hewldana darbeyê û şûn de Elmanya ewlekariya yekîneyên Elmanya ên li Încîrlikê ji ber ku yekîneyên hewa yên Tirk “Paqijî”yek mezin pêk anîn û “Nikarin li gorî pêwîst bi parêzin” zêde kirin. Li gorî îdîayan, li Baregeha Încîrlikê tenê li dijî ‘êrîşên roketan’ bi ewleye bi balafirina dikarin bikevin hindir.

Li gorî vê; derdora Baregeha Încîrlîkê bi bejahiyê ve leşker û polîs nikarin biparêz in û di civîna roja Şemiyê ya rojên borî de rayedarên Tirk ji yekîneyên Elmanyayê re ragihandinbû, derketiye holê.

Li gorî agahiyên îdîayên Malpera Spîegel hate diyar kirin ku rayedarên leşkerên Emerîka û Danîmarkayê yên li baregehê fermana tenê di nava ewlekariyekî bilind de ji baregehê dirabin û datînin.

Li gorî nûçeyê sedemên neparastina ewlekariya Baregeha Încîlikê ya Tirkiyeyê nayê fêmkirin, bal kişand ku li derdorî baregehê yekîneyên leşkerî yên Tirk deweriye digerin.

Li gorî çavkaniyên artêşa Elman jî, piştî hewldan darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û şûn de ji ber sedemên tesfiyekirinên mezin ên di artêşa Tirk de, kêmasiyên ewlekariyê derketine, vedîtinekî din dide nîşandan ku hêzên hewayî kêrhatiyên xwe yên tevgerê winda kirine derdikevin pêş.

Piştî hewldana darbeyê û şûn de fermandarê artêşa Tirk ê li Baregeha Încîrlikê jî hatibû girtin.