Li Belçîkayê operasyon: 2 kesên ku endam ji bo çeteyan dida qezençkirin hatin binçavkirin

Li Belçîkayê ya ku di meha Adarê de 2 qetlîam pêkhatin û 32 kesan jiyana xwe ji dest dabû, di operasyonên ku polîsan li dar xistin de 2 kesên ku plana êrîş pêk dianîn, hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Dozgeriya Federal a Belçikayê ve hatin dayîn; di operasyonên ku duh destpêkiribûn 2 birayên bi navê Noûreddîne û Hamza H. hatine binçavkirin. Ev kesên ku li bajarê Mons û Liege hatin binçavkirin ji aliyê dadgeriya lêpirsînê ve wê îfadeya wan were girtin.

Her 2 kesên ku hatin binçavkirin yek ji wan 33 saliye, meteryalên ku ji bo êrîşê bikar bînin li gel hatine peydakirin, her wiha hate diyar kirin ku li bajarên ku lê diman ji bo çeteyên DAIŞ’ê xebatên endama bidin qezeçkirin kar dimeşandin.

Di operasyonê de bi giştî polîsan bi ser 7 malan de girtin, dest danîn ser gelek alavan jî, lê teqemenî û çeke di lêgerînan de nehatin dîtin.

Kesên ku li bajarên Mons û Liege hatin binçavkirin hê nayê zanîn ku girêdana wan bi êrîşa ku di 22’ê Adarê li Balafirxaneya Bruksel û stasyona metroyê ku di encam de 32 kesan jiyana xwe ji dest day eve heye yan na.