Bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanyayê ve hatin weşandin, bi saya firotinê, bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanyayê ve hatin weşandin, bi saya firotinê, bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanyayê ve hatin weşandin, bi saya firotinê, bikaranîna kîsikên plastîk ji sedî 85 kêm bû. Tê gotin, mirovên naxwazin her gavê kîşikekî bikire, kîsikê xwe bi xwe re tînin û ji ber vê teserûfê di rêjeya ji sedî 85'an de bikaranîna kîsikên plastîk ji Cotmeha 2015'an û vir ve kêm bûye.
Bi saya vê yekê, bikaranîna kîsikên plastîk ku di rewşeke normal de 7 mîlyar bû, di şeş mehên destpêkê yên salê de di asta nîv mîlyarî de ma. Bi giştî teserûfa 40 hezar 800 ton plastîkan hat kirin.
Wezîra Hawirdorê Therese Coffey da xuyakirin, ku ji holê rakirina 6 mîlyar kîsikên li bazarê, cihê kêfxweşiyê ye. Coffey diyar kir, ev yek wê hem deryayê hem jî ser rûyê erdê paqij bike.