Hejmara kesên di lêpirsîna komkujiya Nice de hatin girtin bû 6

Piştî komkujiya 14'ê Tîrmehê ya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kes lê hatin qetilkirin, lêpirsîna tê meşandin dewam dike. Ji binçavkiriyan kesekî din jî hat girtin.

Hat tespîtkirin, Mohamed Boûhlel ê komkujî kir û kesê bi navê Hamdî Z. bi qasî salekê têkiliya wan bi hev re hebûn.

Beriya niha 5 kesên têkiliya wan bi Mohamed Boûhlel re hebûn, hatibûn girtin. Herî dawî, kesê bi navê Hamdî Z. ê li Nice ji dayik bû û di binê çavan de bû, hatiye girtin.

Li gorî agahiyan, ev kes di çarçoveya lêpirsînê de sewqî Parîsê hatiye kirin. Derket holê, ku vî şexsî çend roj beriya komkujiyê, tevî Boûhlel li pêş qemyona di komkujiyê de hat bikaranîn, wêne kişandiye.