Li Swêdê 200 hakimên hokeya qeşayê diçine grêvê
Piştî ku ji hevdîtinên Federasyona Hokeya Qeşayê û Komeleya Hakim lihevkirin çênebû Komeleya Hakim, biryar da ku ji 5’ê Tebaxê pê ve bikev grêvê.
Piştî ku ji hevdîtinên Federasyona Hokeya Qeşayê û Komeleya Hakim lihevkirin çênebû Komeleya Hakim, biryar da ku ji 5’ê Tebaxê pê ve bikev grêvê.
Sedema biryara girêvê ya li Stockholm, Gotland, Södermandland û Upplandê, ku weke Herêma Rojhilat tê navandin, ya bi tevlîbûna 200 hakimî, bersiva neyênî ya Federasyona Hokeya Qeşayê ye der barê şertê kar û xebat, heqê sîgortayan de.
Serokê Komeleya Hakim Freddîe Rînderud, diyar kir, Federasyona Hokeyê ya Qeşayê li gel ku dîtin û pêşniyarên xwe dane wan jî, ew wekî muxatab nehatin dîtin, li gorî serê xwe tevgeriyane. Diyar dike, li gel hevdîtina 2 sal û nîv jî ji hevdîtinan ti encam derneketiye û ji bo vê jî ew neçar mane ku bikevine girêvê.
Tê gotin, tîmên jin û ciwanan jî wê ji grêvê hîkar bibin û ji bo vê jî gelek lîstik wê betal bibin.