Awûstûrya: Divê YE li ber Enqereyê serî netewîne
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz ji kovara Der Spîegel a Elman re axivî û careke din bal kişand ser zerarên peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan.
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz ji kovara Der Spîegel a Elman re axivî û careke din bal kişand ser zerarên peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan.
Kûrz got, "Bi Tirkiyeyê ve girêdayî mayîn, xetere ye" û li hemberî gefên dawî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve tê kirin got, "Nabe em li ber Enqereyê serî bitewînin."
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa li ser pirsgirêka penaberan çareseriya xwe hebe û destnîşan kir, ku di vê mijarê de pêwîste bawerî bi Tirkiyeyê neyê kirin. Kûrz got, "Nabe ku em li ser kursiyekê rûnê û li benda bicihhatina peymana bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, bisekinin. Eger em vê bikin, wê çaxê em ê xwe girê bidin û ev yek jî ji bo me xetere ye."
Kûrz xwest, ji bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê hewldan werin kirin û careke din got, "Pêwîste peymana bi Enqereyê, bi tenê plana B be."
Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê, piştî ewlekirina sînor pêşniyar kir, ku pêşî li hatina penaberan a bi rêyên qanûnî were vekirin û îdîa kir ku ji bo hin penaberan jî li hin welatên transît dikare navendên qebûlkirinê werin avakirin.
NABE EM LI BER ENQEREYÊ SERÎ BITEWÎNIN
Kûrz işaret bi girîngiya parastina nirxên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê kir û îdîa kir, ji bo vê jî pêwîstî bi betalkirina peymana penaberan nîne. Kûrz da xuyakirin, ku divê Ewropa 'xurt' be û li ber Enqereyê 'serî netewîn' e. Kûrz her wiha ragihand, divê ji pîvaanên ji bo serbestiya vîzeya welatiyê Tirkiyeyê tawîz neyên dayîn û bibîr xist ku Tirkiye gav bi gav ji Ewropayê dûr dikeve.