CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îranê ji ber civîna Mucahîtên Gel Fransa protesto kir
Îranê, ji ber civîna pêwendiya xwe bi Mucahîtên Gel heye, ku prensê Siûdî Turkî el Faysal jî tevlî bû, Fransa protesto kir. -
Obama: Em di demeke zehmet de ne
Barack Obama li merasîma ji bo polîsên li Dallasê hatin kuştin axivî û li hemberî bi vî rengî banga yekîtiyê li welatê xwe kir. Obama qebûl kir, ku ew di demeke zehmet de ne. -
Gerstêrka biçûk a bi du qatî ji Neptunê dûrtir hat dîtin
Di encama xebateke Yekîtiya Atronomî ya Navneteweyî (UAI) de, gerstêrkeke biçûk a nû, ku mezinahiya wê 700 kîlometre ye, hat dîtin. -
Sedemên avhewayî, liv û tevgera ewran diguherînin
Hat ragihandin, ewrên ku nahêle tevahiya radyasyona rojê bigihêje rûyê erdê, ji ber sedemên avhewayî liv û tevgera wan guherîne. -
Desteka Sanders dibe ku şensê Clînton zêde bike
Di hilbijartinên serokatiyê yên li DYA de, Bernîe Sanders bi awayekî vekirî destek da hevriya xwe ya li nava partiyê namzeta Demokratan Hîllary Clînton. Li gorî anketan, bi vê destekê re şensê Clînton zêde bûye. -
Mexdûrên komkujiyê doza 'xemsariyê' li dewletê vedikin
Xizmên hin kesên di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîs û Saînt Denîsê jiyana xwe ji dest dan, bi sedema ku 'xemsarî heye' wê dozê li dewletê vekin. -
Hevpeymana koçberan: Tenê 800 koçber gihiştin YE’yê
Di çarçoveya peymana koçbaran a bi Tirkiyeyê re ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 798 koçber hatine girtin. Ji van koçberan jî 292 koçber şandine Elmanyayê. -
Li Elmanyayê ji çeteyê ku bi serê jêkirî re poz dayî 2 sal cezayê girtîgehê
Li Elmanyayê ji bo endamekî çeteyan ê ku li Sûriyeyê bi serê jêkirî yê kesekî re poz daye, cezayekî trajîkomîk hate birîn. Ji bo vî çeteyê ku di sala 2014’an de li pêş 2 serê jêkirî yê mirovan poz dabû, 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn. -
PCA: Daxwaza serweriya Çînê ya li ser giravên li Çîna Başûr ‘bêbingeh e’!
Têkîldarî îdîayên serweriyê ya li ser qadek 3 mîlyon km2 ku li Behra Çîna Başûr xwedî girîngiyek stratejîk e, cara yekem biryare dadgehek navneteweyî derket. -
Li Italya qezaya trênê: 20 mirî û bi dehan birîndar
Li herêma Pouîllesê ya Italya du trên li hev ketin û 20 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
FARC'ê têkildarî provokasyonên artêşê hişyarî da
Li Kolombiyayê, ku danûstandinên li ser qedandina şerê navxweyî yê 50 salî di asta dawî de ne, artêşê çend roj berê êrîş kir. Li ser vê êrîşê FARC'ê daxuyaniyek da. -
Wezîrê Karên Derve yê DYA sibe dest bi gera Ewropa-Rûsyayê dike
Hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) sibe dest bi gera Ewropa-Rûsyayê dike. -
Herêma Euro wê alî bankayên Îtalyayê neke
Herêma Euro, bangên ji bo alîkariya ji bankayên li Îtalyayê re hatin kirin, bêbersiv hişt. -
BND'ê gelek welat şopandiye
Li Elmanyayê, bandora rapora Meclîsa Federal a li ser rêxistina îstîxbaratê dewam dike. Derket holê, hejmara saziyên dewletên biyanî yên hatine şopandin û li wan hatine guhdarîkirin, ji ya tê zanîn zêdetir e. -
Brexît wê zerarê li aboriya YE û Brîtanyayê bike
Bandora derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê ya li ser aboriya yekîtiyê tê nîqaşkirin. Tê gotin, ev yek wê herî zêde zerarê li Brîtanyayê bike. -
Êrîş vê carê li avahiya dadgehê hat kirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), piştî êrîşên çekdarî yên hefteya derbasbûyî, duh li avahiya dadgehê êrîşeke çekdarî rû da. -
May, roja Çarşemê dibe serokwezîra Îngilîstanê
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron roja Çarşemê peywira xwe berdide û cihê xwe ji serokwezîra nû Theresa May re dihêle. -
DYA, wê ji bo Iraqê yekîneyên nû bişîne
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter, di ziyareta xwe ya li Iraqê de di rojeva wan de rizgarkirina Mûsilê bû, ragihand ku ji bo Iraqê wê 560 leşkerên Emerîkî bişînin. -
Di şerê rojên dawî yê li Sûdan a Başûr de hejmara miriyan zêdeyî 150 ye
Li Sûdan a Başûr, ku di sala 2011'an de ser bi xwe bû, lê ji dawiya sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, bîlançoya şerê ji Înê û vir ve diqewime giran dibe. -
Hikûmeta Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a ji bo YE red kir
Li Brîtanyayê, ku di referandûma 23'ê Hezîranê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn, mîlyonan kesî bi îmzeya xwe xwestin cara duyemîn referandûm were kirin, lê hikûmetê ev daxwaz red kir. -
Li Berlînê komên otonom û polîs bi hev ketin
Li paytexta Elmanya Berlînê, li hemberî zexta polîsan ku dixwazin komên otonom ên çep avahiyên xwe vala bikin, xwepêşandan hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de şer derket. -
Li Elmanyayê 2,5 mîlyon mirov ji bo debara xwe bikin karekî duyemîn dikin
Li gorî daneyên ji aliyê Daîreya Xebatê ya Federal ve li ser daxwaza parlamentera Partiya Çep a Elman Sabîne Zîmmermann hatin weşandin, di nava 10 salên dawî de rêjeya mirovên neçar man di karekî duyemîn de bixebitin, ji sedî 80 zêde bû. -
Şêwirmendê Pûtîn: Peymana YE û Tirkiye cihê şermê ye
Dekanê Dibistana Bilind a Aboriyê ya Moskowayê Sergey Karaganov, ji bo peymana Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê ya li ser penaberan jî got, 'cihê şermê' ye. -
Polîsên Dallasê ji bo tolhilanîna siyahiyan hatin kuştin?
Tê gotin Mîcah Johnson ê 25 salî ku berê leşker bû, bi armanca ku ‘’tola siyahiyan hilîne’’ duh li Dallasê 5 polîs kuştin û 9 kes birîndar kirin ku 7 ji van polîs bûn. -
Civîna NATO’yê bi rojevên Efganîstan, DAÎŞ’ê û Rûsya berdewam dike
Di civîna NATO’ê ye de ku li Polonya berdewam dike, bergiriyên li dijî Rûsya derdikevin pêş û dema peywira yekîneyên leşkerî yên li Efganîstanê hate dirêjkirin.