Li Elmanyayê ji çeteyê ku bi serê jêkirî re poz dayî 2 sal cezayê girtîgehê

Li Elmanyayê ji bo endamekî çeteyan ê ku li Sûriyeyê bi serê jêkirî yê kesekî re poz daye, cezayekî trajîkomîk hate birîn. Ji bo vî çeteyê ku di sala 2014’an de li pêş 2 serê jêkirî yê mirovan poz dabû, 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Di dozê de ku li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfûrtê hate dîtin, biryar hate dayîn ku ji bo Arîa L. ê bi eslê xwe Îranî ye, 2 sal cezayê hepsê bê birîn. Arî L, gotibû sala 2014’an ‘ji bo cîhadê çibû Sûriyeyê’ û dîmenên wî jî li ser înternetê hatibûn belavkirin.

Arîa L ê 21 salî, tevî bi tewanbariya ‘sûcê şer’ hat darizandin jî pir balkêş e ku cezayekî wisa kêm girt.

Endama çeteyê ku hat diyarkirin ‘zêde agahî nîn in ku bê endamê kîjan komê ye’, Cotmeha 2015’an li nêzî Frankfûrtê hatibû girtin. Arîa L, di îfadeya xwe de gotibû ku tevlî vê çalakiya kuştina Sûriyeyiyan ên ku piştî bi serjêkirinê hatin qetilkirin wêneyên wan hatin kişandin, nebûye.

Di biryara dadgehê de her wiha hate gotin ku “Arî L, ferdên ku qetil kirine wek ‘bêbaweriyên bêrûmet’ dibîne’.