Civîna NATO’yê bi rojevên Efganîstan, DAÎŞ’ê û Rûsya berdewam dike

Di civîna NATO’ê ye de ku li Polonya berdewam dike, bergiriyên li dijî Rûsya derdikevin pêş û dema peywira yekîneyên leşkerî yên li Efganîstanê hate dirêjkirin.

Di roja pêşî ya civînê de ku duhî li Varşovayê destpê kiribû, biryar hatibû standin ku 4 hezar leşkerên NATO’yê li Polonya û sê welatên Baltık werin bicihkirin. Di biryara îro de ku di civînê de hate standin, dema peywira yekîneyên leşkerî yên li Efganîstanê hate dirêjkirin.

Di nav vê çarçoveyê de 12 hezar leşkerên ku bêhtir bi mebesta perwerdehiyê li Efganîstanê ne, wê heya 2017’an bimînin. Li hev kirin ku wê heya 2020’an 5 milyar dolar bidin hêzên ewlekariyê yên Efganîstanê.

Dihate payin ku îsal yekîneyên leşkerî yên NATO’yê ji Efganîstanê werin vekişandin. Lê tê gotin ji ber sedema ku Îlona bihurî Talîbanê bajarê Kunduzê bi demkurtî dagir kiriye ev plan hatiye betalkirin.

Di civînê ku hê jî berdewam dike wê li ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’yê ya li Iraqê û Sûriyê û her wiha polîtîkayên Ukraynayê were sekinandin.

Tê plankirin ku balafirên keşfê yên Awacs ên NATO di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de werin bikaranîn û têkildarî perwerdehiya leşkerên girêdayî artêşa Iraqê de biryar werin standin.

Hebûna NATO’yê li Ewropaya Rojhilat jî yek ji rojeva girîng a civînê ye. Rûsya bertek nîşan dabû ku duhî biryar hatibû standin ku 4 hezar leşker li welatên endamên Ewropa Rojhilat ên wekî Polonya, Lîtvanya, Estonya û Letonyayê werin bicihkirin û îro jî hevdîtin werin kirin ku Serokdewletê Ukraynayê Petro Poroşenko jî wê amade be.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di dema civînê de daxuyanî da û got, ‘’Hatibû gotin ku NATO li dijî Rûsya yek e’’ û bi berdewamî diyar kir endamên NATO’yê ne di bin talokeyê de ne û diyar kir Rûsya ne partnerê stratejîk e.