FARC'ê têkildarî provokasyonên artêşê hişyarî da

Li Kolombiyayê, ku danûstandinên li ser qedandina şerê navxweyî yê 50 salî di asta dawî de ne, artêşê çend roj berê êrîş kir. Li ser vê êrîşê FARC'ê daxuyaniyek da.

Li Kolombiyayê, ku danûstandinên li ser qedandina şerê navxweyî yê 50 salî di asta dawî de ne, artêşê çend roj berê êrîş kir. Li ser vê êrîşê FARC'ê daxuyaniyek da. Lîderê gerîla Tîmoleon Jîmenez da xuyakirin, ku êrîşa li hemberî herêma heyeta FARC'ê lê bû, bi fermana ji jorê ve hatiye kirin û ji bo danûstandin nekevin nava xeteriyê, hişyarî da.

Di bûyera 8'ê Tîrmehê de, li herêma ku heyeta FARC'ê lê bû û diviyabû ji bo tevlîbûna hevdîtinên li Havanayê bi helîkopterê bihata girtin, şer derketibû.

Di daxuyaniya hikûmeta Kolombiya ya li ser bûyerê de hat îdîakirin ku FARC'ê koordînatên şaş daye û bûyer 'bi şaşîtî' qewimiye. Hûmberto de la Calle ku serokatiyê ji şandeya hikûmetê re dike îdîa kir, ku FARC'ê 'şaşîtiya xwe qebûl kiriye'.

Lê gerîlayên FARC'ê daxuyaniyeke berevajî vê dan. Lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ê bi nasnav 'Tîmoşenko' ku beşdarî danûstandinên li Havanayê dibe, da xuyakirin, ku yekîneyên artêşê 'ji bo tinekirina gerîla' bi rengekî 'surprîz' êrîş kirine.

Jîmenez diyar kir, li herêma heyeta FARC'ê lê bû şer derketiye, piştre êrîşên bi helîkopterê dewam kiriye. Jîmenez ji rojnameya Nûeva Colombîa re axivî û destnîşan kir, ku îdîayên hikûmetê yên dibêjin 'bûyer bi şaşîtî yan jî bi qezayê rû daye' ne rast in.

Tîmoleon Jîmenez bibîr xist, yekîneyên artêşê bêyî fermanek ji jorê, nikare êrîşê bikin.

Di danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 50 sal in li Kolombiyayê diqewime de, meha derbasbûyî hatibû ragihandin ku peymana du alî hatiye îmzekirin. Piştî îmzekirina peymana aştiya mayînde ya navbera hikûmetê û FARC'ê, tê payîn heyeta Neteweyên Yekbûyî ya bi berhevkirina çekên gerîlayan wezîfedar, li 23 herêmên cuda vê berhevkirinê pêk bîne.