Îranê ji ber civîna Mucahîtên Gel Fransa protesto kir

Îranê, ji ber civîna pêwendiya xwe bi Mucahîtên Gel heye, ku prensê Siûdî Turkî el Faysal jî tevlî bû, Fransa protesto kir.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a Îrnayê de hat ragihandin, Wezareta Karên Hundir bang li Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Tehranê kir û protesto kir. Îrnayê ragihand, ev daxuyaniya protestoyî ji ber civîna 9'ê Tîrmehê ya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ku weke baskê siyasî yê Mucahîtên Gel tê naskirin, hatiye dayîn.

Saziya ser bi Mucahîtên Gel ên dixwazin rejîma Îranê têk bibin, li Boûrget a li nêzî Parîsê civînek pêk anîbû û prensê Siûdî Turkî el Faysal jî beşdarî civînê bû. Faysal demeke dirêj, servîsa veşartî ya Siûdiyan ku li dijî Îranê destek dida vê komê, bi rê ve biribû.

Navenda karên Mucahîtên Gel û Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê li Fransayê ye. Seroka Konseyê Meryem Recavî li Fransayê dijî.