Herêma Euro wê alî bankayên Îtalyayê neke

Herêma Euro, bangên ji bo alîkariya ji bankayên li Îtalyayê re hatin kirin, bêbersiv hişt.

Serokê Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro (Eurogropue) Jeroen Dîjsselbloem, têkildarî rewşa bankayan de got, 'krîzeke giran nîne'. Dîjsselbloem da xuyakirin, ku ji bo lêkolînkirina rewşa bankayên Îtalyayê, dema wan heye.

Li Îtalyayê, ku bi qasî 700 banka û saziyên fînansê hene, pirsgirêkeke giran a kapîtal heye. 

Îtalya yek ji welatên ku herî zêde ketiye bin bandora krîza Euro ya salên dawî, ye. Aboriya Îtalyayê ji aliyê neyînî ve her mezin dibe. Li vî welatî, rêjeya bêkaran hê gelekî bilind e û di asta ji sedî 13'an de ye.