Obama: Em di demeke zehmet de ne

Barack Obama li merasîma ji bo polîsên li Dallasê hatin kuştin axivî û li hemberî bi vî rengî banga yekîtiyê li welatê xwe kir. Obama qebûl kir, ku ew di demeke zehmet de ne.

Obama polîsê Amerîkayê parast û bi gotina "li kolanên me leşker an jî milîs nînin, wezîfedarên cemaweriyê hene" xwedî li polîsan derket.

Obama ji gelê Amerîkayê xwest, ji ber bûyerên qewimîne "bêhêvî" nebe û got, "Pêwîste em li hemberî bêhêvîtiyê li ber xwe bidin."

Barack Obama diyar kir, tevî ku DYA di têkoşîna li dijî nîjadperestiyê de bi pêş ve çûye jî hê hin pêşhikum hene û qebûl kir, cihêkarî jî heye. Obama xwest, tevî van hemûyan jî bê qebûlkirin ku têkiliyên navbera spî û reşikan baş dibe.

Obama her wiha xwest, kesên kuştina 2 reşikan ji aliyê polîsan ve protesto dikin, bên fêmkirin û bang kir, ku ev xwepêşandanên protestoyî weke 'sedema nearamiyê' neyê dîtin.

Barack Obama bal kişand ser xizaniya li welêt û da zanîn, di têkoşîna li dijî narkotîkê de foneke têrker nayê veqetandin.

Obama careke din dubare kir, ku divê qanûna peydakirina çekê ya li welêt, bê dijwarkirin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rojên Sêşem û Çarşemê yên hefteya bihurî, di du bûyerên cuda de du reşik ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin û dîmenê yek ji van bûyeran jî ji aliyê hevjîna welatiyê reşik ê hat qetilkirin ve hatibû kişandin. Piştî van bûyerên deng vedan, roja Pêncşemê li Dallasê 5 polîs hatibûn kuştin.

Hatibû îdîakirin, ku êrîşkarê li Dallasê, beriya ji aliyê polîsan ve bê kuştin, gotibû, "armanca min, bi tenê kuştina polîsên spî ye."

Li DYA, her sal 30 hezar kes di êrîşên çekdarî de jiyana xwe ji dest didin.