Sedemên avhewayî, liv û tevgera ewran diguherînin

Hat ragihandin, ewrên ku nahêle tevahiya radyasyona rojê bigihêje rûyê erdê, ji ber sedemên avhewayî liv û tevgera wan guherîne.

Lêkolîna li ser mijarê ji aliyê Scripps Institution of Oceanography a ser bi Zanîngeha Kalîforniyayê ve hat kirin û li kovara Natûre hat weşandin.

Li gorî lêkolînê, ji sala 1980 û vir ve, herêmên ziwa yên subtropîk ber bi aliyê cemseran ve berfireh bûye. Weke sedem jî kêmbûna ewran hat nîşandan. Li gorî vê yekê ewr hîn bêhtir ji ser rûyê erdê bilindtir dibin.

Di vê lêkolînê de hat tespîtkirin, ji ber kêmbûna ewran, radyasyona ji rojê tê bi têrkerî nayê mêjtin, lewma ev radyasyon hîn bêhtir digihêje ser rûyê erdê. Ev yek jî dibe sedem ku rêjeya gazên xwedî bandora sera zêde bibe û germaniya global dijwartir bibe.

Ewr, radyasyonên termîk ên ji rojê tên dimêjin û li fezayê vedigerînin. Bi saya vê yekê ev radyasyon bi temamî nagihêje ser rûyê erdê û pêşî li germahiya global tê girtin.