Li gorî vê yekê, di sala 2004'an de hejmara mirovên li gelemperiya Elmanyayê di karekî demkurt û hatineyeke kêm a weke 'Mînî-Job' tê binavkirin de dixebitîn 1,4 mîlyon bû. Ev hejmar di Hezîrana 2015'an de gihîşt 2,5 mîlyonî.
Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Sabîne Zîmmermann li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku bi mîlyonan mirov bi hatineya ji karê xwe yê esasî nikare debara xwe bike.
Di daxuyaniya Daîreya Xebatê ya Federal de hat îdîakirin ku kesên di karekî duyemîn de dixebitin 'ne tenê ji bo pere dixebitin' û hat gotin, kêmbûna dema xebatê ya li karê esasî, bandor li vê rewşê kiriye.
Li Elmanyayê bi qasî 8 mîlyon mirov, serê saetê 8,5 euro qezenç dike. Di sala pêş de ev mûçeyê kêmtirî wê saetê bibe 8,84 euro. Dîe Lînke dibêje, ji bo mûçeyê kêmtirîn têra debara mirovan bike, divê herî kêm 10 euro be.