Di şerê rojên dawî yê li Sûdan a Başûr de hejmara miriyan zêdeyî 150 ye
Li Sûdan a Başûr, ku di sala 2011'an de ser bi xwe bû, lê ji dawiya sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, bîlançoya şerê ji Înê û vir ve diqewime giran dibe.
Li Sûdan a Başûr, ku di sala 2011'an de ser bi xwe bû, lê ji dawiya sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê heye, bîlançoya şerê ji Înê û vir ve diqewime giran dibe.
Li paytxta Sûdan a Başûr Jûbayê, ku duh pêncemîn salvegera rizgariya ji Sûdanê û bûyîna dewleta serbixwe hat pîrozkirin, di navbera yekîneyên artêşê û mûxalîfan de şer derket. Hat ragihandin, hejmara mirovên di şerê ji şeva Înê û vir ve diqewime de jiyana xwe ji dest dane herî kêm 150 ye.
Li gorî agahiyan, hejmara cenazeyên leşker û sivîlên anîne nexweşxaneyên dewletê yên li paytext Jûbayê zêdeyî 90 e. Di radyoya Tamazûjê de jî hat ragihandin, ev hejmar 109 e.
Ji berdevkên komên mûxalîf Roman Nyarî da xuyakirin, ku hejmara mirovên di şerê beriya du rojan destpê kirin de jiyana xwe ji dest dan, ji 150 gelekî zêdetir e.
Şer, di dema hevdîtina navbera Serokdewlet Salva Kîîr û alîkarê wî Rîek Machar de destpê kiribû. Kîîr û machar duh bi şev daxuyaniyeke hevpar dan û banga aramiyê li aliyan kirin.
Sûdan a Başûr, piştî têkoşîna 20 salan di 9'ê Tîrmeha 2011'an de ser bi xwe bûbû.