Gerstêrka biçûk a bi du qatî ji Neptunê dûrtir hat dîtin
Di encama xebateke Yekîtiya Atronomî ya Navneteweyî (UAI) de, gerstêrkeke biçûk a nû, ku mezinahiya wê 700 kîlometre ye, hat dîtin.
Di encama xebateke Yekîtiya Atronomî ya Navneteweyî (UAI) de, gerstêrkeke biçûk a nû, ku mezinahiya wê 700 kîlometre ye, hat dîtin.
Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS), ku di bin sîwana UAI de dixebite, bi daxuyaniyekê ragihand ku gerstêrkeke biçûk a li dora Neptunê digere hatiye tespîtkirin. Li gorî daxuyaniyê, ev gerstêrka biçûk bi qasî 9,7 mîlyar kîlometreyî dûrî Rojê ye.
Ji astronomên CNRS Jean-Marc Petît da xuyakirin, ev gerstêrka ji mezinahiya 700 kîlometreyî, di hin serdeman de dikare bi qasî 19 mîlyar kîlometreyî ji Rojê dûr bikeve.
Petît da zanîn, Minor Planet Center (MPC) a ser bi UAI, ev yek weke 'gerstêrka biçûk' piştrast kiriye.
Hat ragihandin, ev gerstêrka nû ya biçûk a navê RR245 lê hat kirin, di meha Îlonê de di dema çavdêriya teleskopa fezayî ya bi navê Kanada-Fransa-Hawayî (CFHT) de hat tespîtkirin. Dûrbûna vê gerstêrka biçûk a ji rojê, bi qasî 2 qatan ji ya Neptunê zêdetir e. Her wiha hat tespîtkirin ku bi giranî tevdigere.