Polîsên Dallasê ji bo tolhilanîna siyahiyan hatin kuştin?
Tê gotin Mîcah Johnson ê 25 salî ku berê leşker bû, bi armanca ku ‘’tola siyahiyan hilîne’’ duh li Dallasê 5 polîs kuştin û 9 kes birîndar kirin ku 7 ji van polîs bûn.
Tê gotin Mîcah Johnson ê 25 salî ku berê leşker bû, bi armanca ku ‘’tola siyahiyan hilîne’’ duh li Dallasê 5 polîs kuştin û 9 kes birîndar kirin ku 7 ji van polîs bûn.
Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê hê jî hewl dide behitîna ji ber êrîşa duhî, ku di encamê de 5 polîs hatibûn kuştin, ji ser xwe bavêje. Gumanên li ser siyahiyê ku duhî piştî bûyerê hatî kuştin ku polîsên spî ji xwe re kiribûn hedef, rê li ber wê metirsiyê vekir ku dikare rê li ber bûyerên civakî veke.
Tê gotin Mîcah Johnson ê 25 salî ku berê leşker bû, bi armanca ku ‘’tola siyahiyan hilîne’’ duh li Dallasê 5 polîs kuştin û 9 kes birîndar kirin ku 7 ji van polîs bûn. Nayê zanîn bê ka êrîşkarê ku piştî bûyerê li garajeke ku xwe lê veşartî bi teqandina robotekî ji dûr ve tê rêveberin, tenê ye yan na.
3 kesên ku ji wan guman tê birîn ku bi bûyerê re têkildar in hatin binçavkirin, lê dîsa jî îhtîmala ku Johson bi tena serê xwe bûyer pêk aniye xurttir e. Di lêgerîna mala Johnson de ku 2013-2014’an li Efganîstanê 9 meh peywir kiribû, malzemeyên çêkirina bombeyan, ber û êlekên ji pola hatin dîtin.
TOLA SIYAHIYAN HATIYA HILDAN
Êrîşa bi ser polîsan de a li Dallasê ji ber ku roja Sêşem û Çarşemê piştî kuştina du siyahiyan a bi destê polîsan pêk hat, nîşan dide dibe ku gotinên Mîcah Johnson ên beriya ku bimire ji polîsan re gotibe rast be. Johnson li cihê ku xwe lê veşartî dema ku bi polîsan re bazar dikir gotibû, ‘’ew dixwaze tenê spiyan bi taybetî jî polîsên spî bikuje.’’
Dîsa gotina Johnson, ‘’min bi tena serê xwe kiriye’’îhtîmala ku bûyer bi perpirsyariya komekê pêk hatiye kêm dike. Lê, hê jî polîsên Dallasê li vê îhtîmalê dikole.
DAYIKA SIYAHÎ XWEST KU LI DIJÎ NEFRETÊ WERE SEKINANDIN
Li DYA’yê ji ber ku hejartirîn beşên civakê ji Siyahiyan pêk tê û her salê gelek Siyahî ji hêla polîsan ve têne kuştin, ev dibe sedema metirsiyê. Ji êrîşên bi vî awayî yên tolhilanî xwe dikişînin, rojên bihurî dayikeke ku kurê wê ji hêla polîsan ve hate kuştin bang kir ku bi aqilê selîm tevbigerin.
Dayika Alton Sterlîng ku sêşemê bi destê polîsan li Louîsîanayê hatî kuştin, êrîşa bi ser polîsan de şermezar kir. Dayikê got, ‘’çi qasî hêrsa mirovan hatibe rakirin jî êrîşên ev çend kirêt divê neyên tolerekirin.’’