Şêwirmendê Pûtîn: Peymana YE û Tirkiye cihê şermê ye

Dekanê Dibistana Bilind a Aboriyê ya Moskowayê Sergey Karaganov, ji bo peymana Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê ya li ser penaberan jî got, 'cihê şermê' ye.

Dekanê Dibistana Bilind a Aboriyê ya Moskowayê Sergey Karaganov, ku demeke dirêj e şêwirmendiyê ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re dike, hişyarî da ku çekên NATO'yê li Rojhilatê Ewropayê bi cih kiriye, di krîzeke gengaz de wê bibe hedefa destpêkê. Karaganov ji bo peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan jî got, 'cihê şermê' ye. Karaganov destnîşankir, polîtîkaya 'zelal û tund' a Rûsya li hemberî Tirkiyeyê dimeşîne, serketî ye.

Serokê Rûmetî yê Konseya Polîtîkaya Derve û Parastinê Sergey Karaganov, ku ji Vladîmîr Pûtîn re şêwirmendiya polîtîka derve dike û di diyaririna teoriya polîtîkaya derve ya Rûsyayê de roleke girîng dilîze, ji Der Spîegel re axivî û li ser têkiliyên aloz ên bi NATO'yê re, daxuyaniyên girîng da.

Karaganov da zanîn, wî bi xwe di sala 2008'an dema Şerê Gurcîstanê de hişyarî daye, ku divê NATO xwe nêzî sînorên Ûkraynayê neke û bi vî rengî hingî pêşî li xeteriyeke şer a li Ewropayê girtiye. Karaganov destnîşan kir, li Sûriyeyê 'hişmendiyeke parastinê' ya xurt heye û da zanîn, aloziya roja îro dişibe ya dawiya salên 1970'ê û destpêka salên 80'yî.

'DI KRÎZEKE GENGAZ DE WÊ ÇEKÊN NATO WERIN RÛXANDIN'

Karaganov da zanîn, di demeke ku Yekîtiya Sowyetan xwe ji aliyê leşkerî ve xurt didît de, bicihkirina fuzeyên SS-20 li Rojhilatê Ewropayê karekî 'nezanî' bû û diyar kir, îro jî Polonya û welatên Baltik bi bicihkirina çekên NATO re dixwaze 'xwe rehet' bikin.

Sergey Karaganov ragihand, bicihkrina fuze û leşkerên NATO li Rojhilatê Ewropayê 'provokasyon' e û got, "Lê ev bi kêr nayê; em vê yekê weke provokasyonê dibînin. Di krîzeke gengaz de wê ev çek werin rûxandin. Rûsya wê êdî ti carî li ser xaka xwe şer neke."

Karaganov di hevpeyvînê de anî ziman ku 'hêzeke xurt a atomê' ya welatê wî heye û hişyariya "Eger NATO êrîşî hêza me bike, wê bê cezakirin" da.

Karaganov anî ziman ku hin polîtîkayên Amerîkî bi rengekî eşkere dane xuyakirin, ku danekirinên li hemberî Rûsyayê ji bo guhertina rejîmê ne û got, "Ev yek bi têra xwe rewşeke êrîşariyê ye."

Sergey Karaganov da xuyakirin ku welatê wî dixwaze bibe navenda Avrasya mezin, navenda herêmeke aştî û yekîtiyê û ragihand, parzemîna Ewropa jî wê bibe parçeyek ji vê herêmê (Avrasya).

LI HEV KIRINA BI TIRKIYEYÊ RE YA LI SER PENABERAN, 'ŞERM' E

Karaganov diyar kir, welatên Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberiyê û astengkirina koçberiyê dikarin bi Rûsyayê re hevkariyê bikin, lê belê giregirên Ewropayê vê rêyê tercîh nakin, berevajî li hember Rûsyayê radibin. Sergey Karaganov bi zimanekî tund peymana li ser penaberan bi Tirkiyeyê re hatiye morkirin, rexne kir.

Karaganov got, "Li ser mijara girtina sînoran bi hevpariyê ve, Rûs ji Ewropiyan bêhtir dikarin bi bandor bibin. Lê belê ew hewl didin bi Tirkiyeyê re li hev bikin. Ev cihê şermê ye. Ji ber pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyeyê re me xeteke polîtîk a zelal û tund meşand. Û di vir de jî em bi ser ketin."