Hikûmeta Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a ji bo YE red kir

Li Brîtanyayê, ku di referandûma 23'ê Hezîranê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn, mîlyonan kesî bi îmzeya xwe xwestin cara duyemîn referandûm were kirin, lê hikûmetê ev daxwaz red kir.

Li dijî referandûma derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE), di ser înternetê re kampanyayek hat destpêkirin û ji bo pêkhatina referandûma duyemîn zêdeyî 4 mîlyon îmze ji Brîtanyayiyan hatin berhevkirin. Lê belê hikûmeta Brîtanyayê di bersiva xwe ya ji bo vê daxwazê de got, "ev yek nepêkan e."

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê de hat ragihandin, ku divê hurmet ji referandûma 23'ê Hezîranê re were nîşandan û bi cih bê anîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, 33 mîlyon hilbijêr tevlî referandûmê bûne û ev yek "mezintirîn guherîna demokratîk a dîroka Brîtanyayê ye."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, biryara referandûmê piştî lêkolîna li Kamara Avam û Kamara Lordan hatiye girtin û berê jî hatibû ragihandin ku ev biryar ji bo carekê ye.

Di referandûma 23'ê Hezîranê de 33,5 mîlyon hilbijêran dengê xwe bi kar anîbûn û 17,4 mîlyon hilbijêran dengê xwe dabû derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê.

Li gorî anketeke rojnameya The Independet, ji sedî 40 ê Brîtanyayî alîgirê nûkirina referandûmê ne, lê ji sedî 44 li dij derdikevin.