May, roja Çarşemê dibe serokwezîra Îngilîstanê

Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron roja Çarşemê peywira xwe berdide û cihê xwe ji serokwezîra nû Theresa May re dihêle.

Cameron diyar kir, ew ê roja Çarşemê îstîfaya xwe bide 2. Elîzabeth a Kralîçeya Îngilistînê. Di vê rewşê de tê payin ku roja Çarşemê May bibe serokwezîr.

Serokwezîr Davîd Cameron piştî ku ji referandoma Brexîstê(veqetîna ji YE’yê) biryara veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê hate girtin, gotibû ew ê îstîfaya xwe bide. Lê dihate payin ku ev îstîfa di Cotmehê de pêk were.

Piştî zextên kin kirina derketina welatên Yekîtiya Ewropayê ya ji Ewropayê Partiya Muhafazkar serokê xwe yê nû hilbijart. May ê ku di hilbijartinê de bi ser ket di daxuyaniya pêşî de diyar kir ku ew ê bi vê peywirê şanaz bibe

Di serokatiya May de teqwîmeke dijwar li benda Îngilistanê ye. Îngilîstan ji bo ku ji yekîtiyê veqete wê serlêdana fermî bike û piştre bi YE’yê re wê dest bi bazara danîna peymanên nû bike.