CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Gerstêrkek 3 roj li dora wê hene, hat dîtin
Di encama çavdêriyek zanyarên Zanîngeha Arîzona de, li derveyî Sîstema Rojê gerstêrkek ku 3 rojên xwe hene, hat tespîtkirin. -
Welt: Kesê got, 'DAIŞ wê êrîşî Elmanyayê bike' sîxurê BND'ê ye
Tê gotin, milîtanekî DAIŞ'ê yê di meha Sibatê de li Fransayê hat girtin û hat îdîakirin ku plana êrîşek li Dusseldorfê kişf kiriye, di rastiyê de pêwendiya xwe bi îstîxbarata Elman ve heye. -
Ûrûgûayê doza li hemberî Phîlîp Morrîs qezenc kir
Ûrûgûay a dixwaze kişandina cixareyê kêm bike, di têkoşîna hiqûqê ya li hemberî şîrketa Phîlîp Morrîs a ji hevkariya Swîsre-Amerîka de bi ser ket. -
Lîderê nîjadperest ê Swêdî xweziya xwe bi Erdogan tîne
Lîderê nîjadperest ê Swêdî Jîmmîe Akesson xweziya xwe bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî û ji bo ewlekariya taxên koçber lê gelek in xwest, rewşa awarte bê ragihandin. -
Qanûna Ahengiyê ya Elmanya ji Meclîsa Eyaletan derbas bû
Qanûna Ahengiyê ku di xwe de li Elmanya guhartinên şertên xebat û îkameyê yên penaberan vedihewîne ji Meclîsa Temsîlkar a Eyaletê derbas bû. -
Li peravên Libyayê bi hindikayî 14 penaber mirin
Hate ragihandin gelek penaberên ku dixwestin ji Libyayê biçine Italyayê li Behra Spî mirine. -
Nifûsa YE bi saya koçan zêde bû
Li gor daneyên Ofîsa Statîstîka Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), nifûsa YE sala 2015’an milyonek û 800 hezarî zêde bûye û gihiştiye 510 milyon û 100 hezarî. -
Yewnanîstanê şîrket û kesên deynê wan ê bacê hene, eşkere kir
Hikûmeta Yewnanîstanê, kesên bi qasî 83 mîlyar euro deynê xwe yê bacê hene, ji raya giştî re eşkere kir. -
DYA tevlîhev bû: 5 polîs hatin kuştin
Di bûyerên li eyaletên Loûsîana û Mînnoseta yên DYA de, 5 polîs hatin kuştin. -
Êrîşa li hemberî tirba Şîa: 30 mirî
Di êrîşa li hemberî tira Seyyîd Mûhammed EIb Elî elî Hadî yê Şîa yê li bajarê Beled ê Iraqê de, herî kêm 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. -
'Masîgiriya zêde gelek cureyên masiyan diqelihîne'
Li gorî Rapora Masîgiriyê ya ji aliyê Rêxistina Zad û Çandiniyê ya Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat weşandin, ji ber masîgiriya zêde, gelek cureyên masiyan diqelihin. -
Pûtîn destûra nû ya ‘Têkoşîna bi terorê’ re erê kir
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, ‘Destûra antî-teror’ a ku ji bo pêşîgirtina êrîşên nava welat û girtina cezayên bilind û agahiyên peywendiya qeydkirinê, erê kir. -
Elman ji çanda pirçandî û ‘’çanda bi xêrhatinê’’dûr dikevin
Di havîna bihurî û payizê de li Elmanya ya ku bi sed hezaran penaber çûbûnê, girîngiya bi jiyana pirçandî her ku diçe kêm dibe. -
Polîtîkaya Şerê Iraqê ya Brîtanyayê hê jî di rojevê de ye
Rapora ku dibêje “Brîtanya û serokwezîrê demê Tony Blaîr bêyî tevahî vebijêrkan bi kar bîne ketiye Şerê Iraqê” di rojeva welêt de ye. Blaîr parastina xwe didomîne, malbatên leşkeran ku zarokên wan di şer de hatine kuştin jî xwedî bertek in. -
OECD: Bandorên krîza 2008’an hê ranebûye
Di rapora Rêxistina Rabûn û Hevkariya Aborî (OECD) de bal hate kişandin ku bandorên krîza 2008’an a global encex 2017’an wê kêm bibin û amaje bi kêmbûna destmêzê hate kirin. -
Konseya NATO-Rûsya di 13'ê Tîrmehê de ye
Welatên NATO'yê amadekariyê dikin li Varşovayê li hev bicivin. Civîna 'diyaloga' bi Rûsyayê re wê di 13'ê Tîrmehê de pêk were. -
Nîjadperestan li Îtalyayê penaberek qetil kirin
Li Îtalyayê ku di salên dawî de dijminatiya li biyaniyan zêde bûye, penaberek ji ber êrîşeke nîjadperestî jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn, hevjîna vî penaberî jî par di rêwîtiya li Derya Spî de ji dest dabû. -
DYA'yê têkildarî rêveberên Koreya Bakur biryara danekirinê da
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, yekemcar li hemberî lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn biryara danekirinê hatiye girtin. -
Ebadî îstifaya Wezîrê Karên Hundir qebûl kir
Îstifaya Wezîrê Karên Hundir Mohammed Salîm Al-Ghabban, ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li Bexdayê pêşkêşî hikûmetê kiribû, hat qebûlkirin. -
Parlamenter wê qedexeya Încîrlîkê nas nekin
Piştî ku hikûmeta Elman, Qirkirina Ermeniyan nas kir, hikûmeta AKP'ê biryargeha Încîrlîkê li serdana parlamenterên Elman qedexe kir. Lê parlamenterên Elman li dijî vê qedexeyê bi biryar in. -
Du berpirsyarên qirkirina Tûtsî wê heta dawiya emrê xwe girtî bin
Du şaredarên berê yên li Rûandayê di qirkirina 800 hezar Tûtsî de cih girtin, ji aliyê dadgeha Fransayê ve bi cezayê girtina heta dawiya emrê xwe, hatin cezakirin. -
2 kesên din jî yên ku alîkarî bi Saleh Abdeslam kiribûn, radestî Fransayê hatin kirin
2 kesên ku alîkarî dabûn kiryarên teqîna li Fransayê, ku di 13’ê Mijdara 2015’an de pêk hatibû û di encamê de 132 kes miribûn, ji Belçîkayê radestî Fransayê hatin kirin. -
Li peravên Îtalyayê bi hezaran penaber hatin rizgarkirin
Piştî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, rêwîtiya xetere ya ber bi Îtalyayê ve zêde bû. Hat ragihandin, bi tenê duh di operasyonan de bi hezaran penaber hatine rizgarkirin. -
Şerê li Komara Afrîka Navîn giran bû: Gelek kes mirin
Şerê li Komara Afrîka Navîn ê navbera hin komên serhildêr, ji nû ve giran bû. Hat ragihandin, di şerê li Bambarî ya li nêzî paytext Bangûî de gelek kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Hêza teqînê ya bombeya atomê hat pîvandin
Pisporên Los Alamos National Laboratory a li DYA, şîdeta yekemîn ceribandina bombeya atomê, ku di 16'ê Tîrmeha 1945'an de li New Mexîco hat teqandin, pîvandin.