Lîderê nîjadperest ê Swêdî xweziya xwe bi Erdogan tîne

Lîderê nîjadperest ê Swêdî Jîmmîe Akesson xweziya xwe bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî û ji bo ewlekariya taxên koçber lê gelek in xwest, rewşa awarte bê ragihandin.

Operasyonên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, pêkanînên rewşa awarte û qedexeyên derketina derve yên Erdogan û hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê dixin meriyetê, ji bo partiya faşîst û nîjadperest Demokratên Swêdê, ku civakê bi nêzîkatiya "Em û Ew" ji hev vediqetîne, bûye çavkaniya îlhamê.

Lîderê vê partiya faşîst û nîjadperest Jîmmîe Akesson li Girava Gotlandê di 'Hefteya Siyasetmedaran' de civîneke çapemeniyê lidar xist û û xwest, li taxên koçber lê gelek in, rewşa awarte û qedexeya derketina derve bê îlankirin.

'EM Ê VAN HERÊMAN JI NÛ VE BINIRXÎNIN'

Akesson îdîa kir, banliyoyên Swêdê ji aliyê komên koçber ên krîmînal ve hatine dagirkirin û got, "Em ê van herêman ji nû ve binirxînin". Û ji bo pêkhatina vê jî pêşniyar kir, hêzên polîsan ên taybet bên avakirin.

Li gorî statîstîkên çend roj berê ji aliyê Enstîtuya Statîstîkên Dewletê ya Swêdê hatin weşandin, yek ji sê koçberan xizan in. Beşeke girîng a van koçberan li taxên li derveyî bajêr ên li Stockholm, Goteborg û Malmo dijîn. Li hin taxan, bêkariya li nava koçberan ji sedî 50-60 e.

Ciwanên li van taxên ji civaka Swêdê hatiye îzolekirin dijîn, weke nerazîbûna li dervehiştina li nava civakê, carna wesayîtan dişewitînin û camên avahiyên saziyan dişikînin. Polîsê Swêdê, 53 herêmên Swêdê yên koçber lê dijîn weke herêmên bi pirsgirêk destnîşan kir. Partiyên siyasî, kar û barên divê ji bo van herêman bên kirin, nîqaş kirin. Bi civîn û daxuyaniyên çapemeniyê, nêrîn û pêşniyaran bilêv dikin.

Lîderê partiya faşîst û nîjadperest Demokratên Swêdê Jîmmîe Akesson jî di 'Hefteya Siyasetmedaran' de civîneke çapemeniyê lidar xist û nêrîn û pêşniyarên xwe bilêv kir. Akesson polîtîkaya hemû partiyên li derveyî xwe yên li ser koçberî û penaberiyê rexne kir û îdîa kir ku dîrok wê nîşan bide ew mafdar e. Akesson işaret bi taxên koçber lê dijîn kir û got, "Hûn bi xêr hatine rastiyê."

BILA REWŞA AWARTE Û QEDEXEYA DERKETINA DERVE BÊN RAGIHANDIN

Akesson îdîa kir ku gelek mirovên li van herêman dijîn pê re têkilî danîne, fikarên xwe anîne ziman û got, "Wezaretî, dibistan dişewitin. Kevir tê avêtin û îsyan. Polîs dibêje li 53 bajaran bazirganiya narkotîkê heye û bêbbaweriyeke giştî heye. Bêguman divê rewş ne bi vî rengî be. Pirsgirêkek mezin e ku bi sed hezaran mirovên li nava vê civakê neçar bê hiştin bi vî rengî bijîn. Swêd di roja îro de veguheriye welatekî parçebûyî ku polîtîkay koçberiyê ya bê berpirsyariyê rê li ber vekiriye."

Akesson ji bo çareseriya pirsgirêkê xwest,  rêberên di şer de tên bikaranîn werin bikaranîn; rewşa awarte were ragihandin, qedexeya derketina derve bê pêkanîn, hêzên polîsan ên taybet werin avakirin û sînorên bikaranîna mafê parastina rewa bên berfirehkirin.

BILA LI TELEFONAN BÊ GUHDARÎKIRIN, KAMERAYÊN EWLEKARIYÊ WERIN BICIHKIRIN

Jîmmîe Akesson xwest, hêzên polîsan ên taybet ji herêmên bi pirsgirêk re werin şandin û îdîa kir, ji bo polîs û saziyên din karibin operasyonê pêk bînin, pêwîste êvarê û bi şev derketina derve were qedexekirin. Akesson pêşniyar kir, li telefonên şêniyên van herêman bê guhdarîkirin û li hemû taxan kamera werin bicihkirin.

Xwest, piştî ku herêm hat rizgarkirin, ji bo koçber careke din nikaribin herêman bi dest bixin, ceza werin zêdekirin û emrê cezakirinê bê daxistin.

Lîderê nîjadperest, ji bo aramiya li herêmên koçberan got, "Hebûna çanda Swêdê diyarker e." Akesson îdîa kir, divê li herêmên bi pirsgirêk komeleyên gel ên Swêdê bên avakirin û koçber hînî dansa gelê Swêdê bên kirin.

YÊN NE ECIBÎNE BILA BIÇE WELATEKÎ DIN

Akesson ji koçberan xwest, jiyana xwe li gorî çand û kevneşopiyên Swêdê bi rêk û pêk bikin û got, "Em van derfetan pêşkêş dikin. Li gorî feraseta min, piraniya mirovên tên vê derê dixwazin bibin parçeyek ji civaka Swêdê. Eger vê naxwazin, gelek welat hene ku dikarin biçin."

Demokratên Swêdê di hilbijartinên giştî yên sala 2014'an de bi rêjeya ji sedî 13'an a dengan, 50 parlamenter li parlamenta Swêdê bi dest xistibû.

Li gorî anketek di meha Hezîranê de hat amadekirin, ev partiya nîjadperest Demokratên Swêdê dengê xwe zêde dike û rêjeya dengê wê gihaştiye ji sedî 17,3.