Li peravên Îtalyayê bi hezaran penaber hatin rizgarkirin

Piştî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, rêwîtiya xetere ya ber bi Îtalyayê ve zêde bû. Hat ragihandin, bi tenê duh di operasyonan de bi hezaran penaber hatine rizgarkirin.

Di operasyonên yekîneya ewlekariya peravê ya Îtalyayê Gûardîa Costîera de duh 4 hezar 500 penaber hatin rizgarkirin. Hat ragihandin, di nava van penaberan de gelek jin û zarok hene. Lêkolînên ser hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, dewam dikin.

Ji bo rizgarkirina penaberên ku piraniya wan bi bot û keştiyan duh ji Lîbyayê bi rê ketibûn, 30 operasyon hatin lidarxistin. Di operasyoneke bi tenê de 435 penaber hatin rizgarkirin, ji van 124 jê jin, 18 jî zarok in.

Ji meha Adarê û vir ve hejmara penaberên ji welatên Bakurê Afrîkayê berê xwe didin Îtalyayê, zêde bûye. Li gorî Wezaerta Karên Hundir a Îtalyayê, di nava 6 mehên destpêkê yên salê de bi qasî 70 hezar penaber ji Derya Spî derbas bûne û xwe gihandine Îtalyayê.

Balkêş e ev zêdebûna hejmara penaberan piştî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê pêk hat.

Ji her 100 kesên hewl didin xwe bigihînin Îtalyayê 4 jê li Derya Spî jiyana xwe ji dest didin. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), hejmara penaberên ji destpêka vê salê û vir ve li ser rêya Îtalyayê jiyana xwe ji dest dane, bi qasî 2 hezar 800 e. Lê belê, ji ber qezayên nehatine tespîtkirin, fikar hene ku ev hejmar zêdetir e.