Pûtîn destûra nû ya ‘Têkoşîna bi terorê’ re erê kir

Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, ‘Destûra antî-teror’ a ku ji bo pêşîgirtina êrîşên nava welat û girtina cezayên bilind û agahiyên peywendiya qeydkirinê, erê kir.

Paketa destûra bi navê “Îrîna Yarovaya” ya ku “Qanûnên Yarovayê” ya têkoşîna bi terorê re, torên civakî jî di nav de hemû torên peywendiyan ji bo bixîne bin kontrolê de hate amadekirin. Li gorî vê peyamên nivîskî, dosyayên deng û hemû vîdeoyên heyî yên operatoran ji bo 3 salan di nava arşîvan de bên parastin.

Li gorî vê; operatorên peywendiyan, peyamên nivîskî, dosyayên deng û vîdeoyan di nava 6 mehan de vedişêre û li ser daxwazê ev agahî bi awayekî parastî divê radestî serwîsên ewlekariyê bikin.

Ji ‘Terora navxweyî’ heta ‘Qanûna Cezayan’ û ‘Sûcên ku li dijî ewlekariyê û aramiya mirovahiyê’ jî dikeve vê çarçoveyê. Li gorî destûra têkoşîna bi terorê re xebatên ji bo komên çekdar ên di nava welat û derveyî welat de jî wê bi cezayên giran bên biencamkirin.