'Masîgiriya zêde gelek cureyên masiyan diqelihîne'
Li gorî Rapora Masîgiriyê ya ji aliyê Rêxistina Zad û Çandiniyê ya Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat weşandin, ji ber masîgiriya zêde, gelek cureyên masiyan diqelihin.
Li gorî Rapora Masîgiriyê ya ji aliyê Rêxistina Zad û Çandiniyê ya Neteweyên yekbûyî (NY) ve hat weşandin, ji ber masîgiriya zêde, gelek cureyên masiyan diqelihin.
Ev xeterî bi taybetî li ser masiyên li Derya Spî û Derya Reş heye. Di raporê de hat ragihandin, salane li cîhanê, serê her şexsî 20 kîlo masî tê xwarin û hat gotin, li zêdeyî ji sedî 30 ê herêmên heyî yên masiyan, bi rengekî zêde masî tên girtin. Di raporê de hat bibîrxistin, ev herêmên di asteke zêde masî lê tên girtin, di salên 1970'yî de ji sedî 10 bûn.
Li gorî vê raporê, masîgiriya di asta ji sedî 58 de li van herêman tê kirin, bi ti rengî derfetê nade zêdebûna masiyan û hat ragihand, bi tenê li herêmeke ji sedî 10'an, di asteke maqûl de masîgirî tê kirin.
Di raporê de hat destnîşankirin, li gorî salên 1960'î ku hingî salane 20 kîlo masî dibû para şexsekî, masîgirî bi du qatan zêde bûye. Hat ragihandin, di sala 2014'an de li gelemperiya cîhanê 93 mîlyon ton masî hatin girtin.
Li gorî rapora rêxistina NY, firotina masiyan ku di sala 1976'an de bi qasî 8 mîlyar dolar bû, niha derketiye asta rekorê û bûye 148 mîlyar dolar.
Di raporê de bi taybetî bal hat kişandin ser kêmbûna rezervên masiyan ên li Derya Spî û Derya Reş û ji bo hin cureyên masiyan hişyarî hat dayîn.
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Zad û Çandiniyê Jose Grazîano da Sîlva diyar kir, ji bo masîgiriyeke demdirêj, pêwîstî bi pîvan û kotayê heye. Da Sîlva da zanîn, eger masîgirî bi hin pîvanan bê destnîşankirin, wê ev rêje karibe dakeve asta salên 1970'yî.
Masî, di serî de li welatên giravan, li gelek welatên xizan çavkaniya herî girîng a xwarinê ye. Ji ber zêdebûna firotina zêde ya li welatên dewlemend û pêşketî, buhayê masiyan li welatên xizan zêde bû û bi sed mîlyonan mirovên li van deveran dijîn, ji xwarina masiyan mehrûm man e.