Hêza teqînê ya bombeya atomê hat pîvandin

Pisporên Los Alamos National Laboratory a li DYA, şîdeta yekemîn ceribandina bombeya atomê, ku di 16'ê Tîrmeha 1945'an de li New Mexîco hat teqandin, pîvandin.

Di vê testa bi navê Trînîty de hat tespîtkirin, ku hêza teqînê ya bombeya atomê, ji daneyên heta roja îro hatine bidestxistin, gelekî zêdetir e.

Lêkolîna li ser mijarê li Proceedings oft he Royal Academy of Sciences hat weşandin. Di çarçoveya lêkolînê de, mînakên ji axa li qada ceribandin lê hatiye kirin, hat nirxandin.

Di encama lêkolînê de tepît bû, ku hêza teqîna bombeya atomê bi qasî hêza teqîna 22 hezar 100 ton TNT ye. Hat ragihandin, ku ev hêza teqînê dibe ku bi 2 hezar 700 ton TNT kêm an jî zêdetir be.

Bombeyên atomê yên ku DYA avêtibû bajarên Hîroşîma û Nagasakî yên Japonyayê, beriya wê li herêma Socarro ya li eyaleta New Mexîcoyê hatibûn ceribandin. Li gorî daneyên fermî, hêza teqînê ya bombeya atomê ya li vir hat ceribandin bi qasî hêza teqînê ya 21 hezar ton TNT ye.