NÛ BÛ

DYA tevlîhev bû: 5 polîs hatin kuştin

Di bûyerên li eyaletên Loûsîana û Mînnoseta yên DYA de, 5 polîs hatin kuştin.

Di xwepêşandanên şermezarkirina kuştina du reşikan ji aliyê polîsan ve, 5 polîs di êrîşa du sekvanan de hatin kuştin.

Kuştina 2 welatiyên reşik ji aliyê polîsan ve, bû sedem ku gel biherike nava kolanan. Xwepêşandanên protestoyî ev du roj in li Dallas, Şîkago, New York û gelek bajarên din tên lidarxistin. Di encama xwepêşandana li Dallasê de, di encama gulereşandina ji nava çalakgeran hat kirin de, herî kêm 5 polîs hatin kuştin. Di bûyeran de zêdeyî 10 kes birîndar bûn.

Li bajarê Baton Roûge yê Loûîsînayê roja Sêşema bihurî Amerîkiyekî reşik ê bi navê Alton Sterlîng ê 37 salî ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Piştî rojekê li bajarê St. Paûl ê li eyaleta Mînnesotayê jî, polîsan reşikekî bi navê Phîlando Castîle bi gulereşandinê qetil kiribûn.

Serokê DYA Barack Obama yê ji bo civîna NATO'yê li Polonyayê ye, li ser mijarê axivî. Obama got, "Ev ne tenê meseleya reşikan e. Ne tenê meseleya Latîn Amerîkiyan e. Em pirsgirêke Amerîka ye ku divê em hemû bibînin. Her kesên xwedî wijdan, divê endîşeyê ji rewşê bike. Di giştiya sîstema me ya ceza edaletê de pirsgirêk hene. Hin pêşhukmên bi zanebûn an jî nezanî hene, ku divê ev ji holê werin rakirin."