Ebadî îstifaya Wezîrê Karên Hundir qebûl kir
Îstifaya Wezîrê Karên Hundir Mohammed Salîm Al-Ghabban, ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li Bexdayê pêşkêşî hikûmetê kiribû, hat qebûlkirin.
Îstifaya Wezîrê Karên Hundir Mohammed Salîm Al-Ghabban, ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li Bexdayê pêşkêşî hikûmetê kiribû, hat qebûlkirin.
Piştî êrîşa ku di encamê de 250 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, Wezîr Mohammed Salîm Al-Ghabban îstifa kiribû. Ofîsa Haydar Ebadî ragihand, îstifaya Gabban hatiye qebûlkirin.
Gabban di daxwaznameya xwe ya ji bo îstifayê de hikûmet jî rexne kiribû, ku di karên navxweyî de reformên pêwîst nake û tedbîrên ewlekariyê bi têrkerî nagire.
Di êrîşa li taxa Karre ya li Bexdayê de li gorî hejmarên ne fermî 250 kes mirin, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. Gabban li dû vê êrîşê dabû xuyakirin, ku ew ê nikaribe wezîfeya xwe bidomîne.