Li peravên Libyayê bi hindikayî 14 penaber mirin

Hate ragihandin gelek penaberên ku dixwestin ji Libyayê biçine Italyayê li Behra Spî mirine.

Li perava Sabrata ya li bakurê rojava yê welêt di lotkeyeke masîgiran de ku noq bûbû ji 28 kesan 11 xilas bûne û 12 jê mirine.

Li gorî agahiyên ku ji Heyva Sor a Libyayê ya bajarê Sabratê hatine standin, kesên ku mirine penaberên Tûnûsî bûne. Nûnerê Heyva Sor Mongî Salîm ragihand penaber ji bajarê Ben Ben Guerdane yê li ser sînor ketine Libyayê û ji vir jî xwestine biçine Italyayê û ji hêla  qeçaxçiyên mirovan ve ew li lotkeyeke masîgiran hatine siwarkirin.

11 kesên ku ji lotkeya noqbûyî sax filitîn têne tedawîkirin û hate gotin ji 5 penaberên ku winda bûyin cenazeyê 2 kesan jê hatiye dîtin. Lêgerîna li 3 penaberên din jî berdewam dike.