Li bajarê Fermo yê Îtalyayê, di êrîşeke nîjadperestî de penaberekî 36 salî yê ji Nîjeryayê jiyana xwe ji dest da. Şaredarê Fermoyê Paolo Calcînaro da xuyakirin, ku ev êrîşa nîjadperestî cara yekemîn e li bajêr diqewime.
Ajansa Nûçeyan Agî jî ragihand, êrîş roja Sêşemê ji aliyê alîgirên tîmeke futbolê ya herêmî ve hatiye kirin û penaberek ji ber derba li serî ketî, duh jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin penaberê bi navê Emmanûel Chîdî beriya 8 mehan tevî hevjîna xwe hatibû bajarê Fermo. Di dema vê rêwîtiyê de jî pitika xwe li Derya Spî ji dest dabûn.