Parlamenter wê qedexeya Încîrlîkê nas nekin

Piştî ku hikûmeta Elman, Qirkirina Ermeniyan nas kir, hikûmeta AKP'ê biryargeha Încîrlîkê li serdana parlamenterên Elman qedexe kir. Lê parlamenterên Elman li dijî vê qedexeyê bi biryar in.

Ji Partiya Çep (Dîe Lînke) endamê Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal Alexander Neû diyar kir, ew ê qedexeya hikûmeta Tirk, ku nahêle parlamenter leşkerên li Biryargeha li Încîrlîkê ziyaret bikin, nas nekin.

Neû da xuyakirin, ku Serokê Meclîsa Federal Norbert Lammert jî daxwaza parlamenteran a ji bo serdana Baregeha Încîrlîkê li ber çavan girtiye û biryar hatiye dayîn ew di navbera 15-17'ê Îlonê de biçin baregehê.

Di nava heyeta biçe vê baregehê de wê ji partiyên yekîtiya Xiristiyan ên li ser desthilatdariyê CDU-CSU 2, ji hevparê koalîsyonê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) 2 û ji partiyên mûxalefetê Dîe Lînke û Keskan jî parlamenterek hebin.

Li Bargeha Încîrlîkê, 240 leşkerên Elman ên li yekîneyên keşfa hewayî wezîfedar hene. Beriya niha derketibû holê, ku hikûmeta AKP'ê astengî derxistiye pêşiya endamên Meclîsa Federal ku dixwestin baregehê ziyaret bikin. Hikûmeta Tirk, naskirina Qirkirina Ermeniyan a di 2'ê Hezîranê de li Meclîsa Federal ji xwe re kir hincet û serdana parlamenteran qedexe kiribû.

Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen, ku li pêşberî qedexeyê bi pasîfbûnê dihat sûcdarkirin, roja Înê bêyî parlamenteran baregeh ziyaret kiribû.