Elman ji çanda pirçandî û ‘’çanda bi xêrhatinê’’dûr dikevin

Di havîna bihurî û payizê de li Elmanya ya ku bi sed hezaran penaber çûbûnê, girîngiya bi jiyana pirçandî her ku diçe kêm dibe.

Li gorî lêkolînên  Enstîtuya Lêkolîna Tundî û Pevçûnê Zanîngeha Bîefeldê ku 2015-2016’an kirî, çavnebariya li hebûna biyanî û pirçandiya Elmanan kêm dibe.

Li gorî tenê ji serdî 32,3’yê Elmanan hişmendiya ‘’Çanda Bixêrhatinê’’ ya ku derî li mihaciran û xebatkarên biyanî re vedike, dipejirînin. Ev rêja li gorî lêkolîna 2013-2014’an ji sedî 39,5 bûye.

Di nav kesên ku bi eslê xwe biyanî ne û bi hindikayî yek jê koçber e, ev rêje ji serdî 43,3 û di nav Elmanên ku koçberî di eslê wan de nîne ji sedî 28 e.

Elman di wê mijarê de ku dibêjin divê koçber ‘’li Elmanya divê weke ku li mala xwe bin divê rehet bin’’jî ne başbîn in. Li gorî vê 2013-2014’an ji nav Elmanan ji sedî 54,7 bi erênî nêzî vê hişmendiyê dibe û 2015-2016’an ev rêje digihêje ji sedî 43’yan.

KESÊN KU PIR ÇANDIYÊ DIHEBÎNIN KÊM DIBIN

Li Elmanya kesên ku pirçandî û pirrengiyê dixwazin rêjeya wan ji 100’î 47’an daketiye 42’yan.

Ji nav Elmanan ji 100’î 31 tenê bawer dike penabarên ku hatine welatê wan zext û zordariyê nabînin û tenê ji 100’î 40 bawerî pê nayîne. Ji 100’î 29 jî bi qismî ji vê bawer dike.

Dîsa ji 100’î 37 ên Elman bawer dikin ku hijmara penaberan siberoja dewletê dixin talokeyê û ji 100’î 24,5 jî dibêjin ev hinekî rast e. Ji 100’î 49 wê metirsiyê dijîn ku zêdebûna penaberan ‘’talokeya terorîzmê wê zêdetir bibe.’’

JI 100’İ 75 LI DIJ IN KU BAWERÎ DI STANDINA PENABERAN BIBE KRÎTER

Ji 100’î 75,8 li dij in ku di standina penaberan de baweriya dînî weke krîter weke danîn û ji 100’î 12 jî vê krîtera pir radîkal nîşan dide.

PIRANÎ DIXWAZE PIŞTÎ ŞER PENABER BÊNE ŞANDIN

Ji 100’î 73 dixwazin ku penaber jî li Elmanya ‘’bibin xwedî siberojeke xweş’’ û ji 100’î 8,6 li dijî vê ne. Ji 100’î 18 jî di vê mijarê de bê biryar in. Ji 100’î 55 piştî şer û pêkhatina îstîkrarê dixwazin ku penaber li welatê xwe vegerin.