Gerstêrkek 3 roj li dora wê hene, hat dîtin
Di encama çavdêriyek zanyarên Zanîngeha Arîzona de, li derveyî Sîstema Rojê gerstêrkek ku 3 rojên xwe hene, hat tespîtkirin.
Di encama çavdêriyek zanyarên Zanîngeha Arîzona de, li derveyî Sîstema Rojê gerstêrkek ku 3 rojên xwe hene, hat tespîtkirin.
Hat tespîtkirin, ev gerstêrka mezin a bi nûmaraya HD131399Ab hat qeydkirin, li dora stêrkek di nava Komstêrka Centaûrûs de digere, ev stêrk jî li dora du stêrkan digere. Her wiha hat dîtin, ku ev stêrk jî li dora hev digerin û ji ber vê yekê, li gerstêrka bi hejmara HD131399Ab şev nîne, her tim roj e.
Zanyaran her wiha tespît kirin, dema gerstêrk dikeve nava stêrka mezin û cotstêrkan, li vê gerstêrkê efekta du rojan pêk tê.
Ev gerstêrka bi qasî 320 salên roniyê dûrî ji cîhanê ye, ji mezintirîn gerstêrka Sîstema Rojê Jûpîterê jî bi qasî 4 qatan mezintir e.
Rêjeya germahiya li gerstêrka HD131399Ab 580 pile ye, lewma tê texmînkirin ku ji ber vê yekê jiyan li vir nîne.
Ji zanyarên Zanîngeha Arîzonayê Danînel Apaî yê di nava lêkolînê de cih girt da zanîn, ku ev gerstêrka li derveyî Sîstema Rojê ye, yek ji gerstêrkên kêm caran bi vî rengî yekser tê dîtin e.
Lêkolînên heta roja îro hatin kirin nîşan didan, ku gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê, xwedî rêgeheke rêk û pêk nînin.
Yek ji lêkolîneran Kevîn Wagner jî da xuyakirin, ku bi saya vê çavdêriya wan, teoriya 'li sîstemên ji gelek stêrkan pêk tên, pêkane ku gerstêrk hebin' bi hêz dike. Wagner diyar kir, cihêrengiya li derveyî Sîstema Rojê, ji ya tê zanîn gelekî mezintir e.