Yewnanîstanê şîrket û kesên deynê wan ê bacê hene, eşkere kir

Hikûmeta Yewnanîstanê, kesên bi qasî 83 mîlyar euro deynê xwe yê bacê hene, ji raya giştî re eşkere kir.

Lîsteya qaçaxçiyên bacê ji liyê Wezareta Maliyê ya Yewnanîstanê ve di înternetê de hat weşandin. Di lîsteyê de navên 13 hezar 730 şexs û şîrket hene. Di nava yên deynê xwe yê bacê nedane de fîrmayên mezin ên berî bi salan îflas kirine jî hene. Bi tenê, yên 150 hezar euro deynê xwe yê bacê hene, di lîsteyê de hatin bicihkirin.

Li gorî daneyên wezaretê, bi vê baca nehatiye dayîn an jî hatiye revandin re, 6 salan mûçeyên bi mîlyonan xebatkar û teqawîtan dikarîbû bihata dayîn.

Şexs û şîrketên di lîsteyê de cih digirin, ji kesên zêdeyî saleke deynê xwe yê bacê nadin, pêk tê.

Ji ber lîsteya ji aliyê wezaretê ve hat weşandin, malpera înternetê ji ber zêdebûna ziyaretvanan, xitimî.

Lê balkêş e, gelek şîrketên di lîsteyê de cih digirin beriya demeke dirêj îflas kirine yan jî şîrketên dewletê ne. Di nava van de şîrketeke borsayê ya berî 25 salan îflas kir û Olympîc Aîrways a ku wextekê ya dewletê bû, hene.

Tevî şîrketan, klûbên futbolê jî hene ku deynê wan ê bacê bi deh mîlyonan, bi sed mîlyonan hene.

Li Yewnanîstanê, lîsteyeke din a bi heman rengî di sala 2012'an de hatibû weşandin.