CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Elmanya ji bo çekan bifiroşe welatên Kendavê dilezîne
Hikûmeta Elman ku di asteke bilind de çek firot welatên di salên dawî de mafên mirovan lê gelekî tên binpêkirin, Erebîstana Siûdî jî di nav de, firotina çekên nû ji bo van welatan erê kir. -
Hikûmeta Portekîzê dixwaze Êzidiyên li Îdomenî bibe welatê xwe
Hikûmeta Portekîzê xwe amade dike, bi qasî 500 penaberên Êzidî yên li kampên li dora gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê dimînin, qebûl bike. -
Li Fransayê karker careke din li kolanan bûn
Li hember guhertinên di Qanûna Xebatê de, îro bi deh hezaran kes li kolanên Fransayê bûn. Li gor sendîkayan tevlîbûna çalakiyên li gelek bajaran zêdetirî sed hezaran kesî bûne. -
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê îstifa kir
Li Bexdayê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya ku 200 kesan jiyana xwe ji dest da û şûn de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê îstifa kir. -
Li Fransayê barê bacê ji şîrketan bêhtir li ser milê karkeran e
Li Fransayê, ku hewl tê dayîn rewşa sekinandî ya aboriyê ji holê bê rakirin, eşkere bû ku hem di dema Nîcolas Sarkozy de, hem jî di dema Françoîs Hollande de, barê bacê bi giranî li ser milê karkeran hatiye kirin û şîrket hatine parastin. -
Spanyayê daxwaza mehkûmekî ETA'yê ya neqla ji bo Fransayê red kir
Mehkûmekî endamê ETA'yê ji dadgeriya Spanyayê xwest wî neqlî girtîgehek li Fransayê bike, ji ber ku malbata wî li Fransayê ye. Lê belê dadgerên Spanyayî ev daxwaza endamê ETA'yê red kir. -
Li Parîsê civîna bilind a YE-Balkan a Rojava
Sê welatên sereke yên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî ku gelê Brîtanyayê biryara cihêbûna ji yekîtiyê da, bi welatên Balkanan ên dixwazin bibin endam re 'civîneke bilind a biçûk' lidar xistin. -
Maşîna fezayî Jûno nêzî Jupîterê ye
Maşîna fezayî Jûno ya di Tebaxa 2011'an de ji aliyê Daîreya Feza û Hewakarî ya Neteweyî ya Amerîka (NASA) ve hat şandin, piştî rêwîtiyek ji 5 salan, nêzî Jupîterê bû. -
Li Medîne êrîşa xwekûjî
Li bajarên Medîne û Katîf a Siûdî Erebîstan ku piraniya xwe Şîî lê dijîn, êrîşên bobmeyî pêk hatin. -
Wekîlê Swêdî: Tirkiye bila ne li dijî Kurdan lê li dijî DAÎŞ’ê şer bike
Wekîlê Partiya Lîberal ê Swêde Frerdîk Malm got, ji ber ku Tirkiyê bikaribe li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz ne bes e ku bi cîranên xwe re têkiliyên xwe baş bike. -
Nordhaûsen: Erdogan li eniyên şaş şer dike
Frank Nordhaûsen li Rojnameya Berlîner Zeîtûng bi sernîsa ‘Erdogan li eniyên şaş, şer dike’ nirxandin kir, bal kişan ku hikûmeta Tirkiye tevî êrîşên dawî jî li şûna li dijî DAIŞ’ê şer bike li hember Kurdan û PKK’ê şer dide meşandin. -
Li pêşiya Konsolosxaneya DYA ya li Cîddeyê êrîşa xwekujî
Li pêşiya Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li bajarê Cîdde yê li Erebîstana Siûdî, êrîşeke xwekujî hat kirin. Ji ber vê êrîşê 2 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn. Êrîşkar jî mir. -
Brîtanya piştî referandûmê dibe bihuşta bacê
Brîtanyaya Mezin ku di referandûma 23’ê Hezîranê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê standibû bi rêjeyên bacê yên bihuştî wê hewl bide ku şîrketên biyanî di destê xwe de bigire. -
Hejmara kesên di êrîşên li Bexdayê de mirin 200 derbas kir
Hejmara mirovên di êrîşên pêr bi şev ên li Bexdayê jiyana xwe ji dest dan, 200 derbas kir. -
Jimara miriyên li Bexdayê 125 kesan derbas kir
Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya duh a li Bexdayê de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan 125 kesan derbas kirin. -
Li Yewnanîstanê yek ji pêla herî mezin a koçberiyê rû da
Li gorî lêkolînek ji aliyê Banka Navendî ya Yewnanîstanê ve hat kirin û li rojnameya Kathîmerînî hat weşandin, ji ber krîza giran a aboriyê ya salên dawî, hejmara Yewnanên welatê xwe terikandine gihaştiye 427 hezarî. -
Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 78 mirî, 160 birîndar
Li Bexdayê ji ber 2 êrîşên bombeyî 78 kesî jiyana xwe ji dest dan, 160 kes jî birîndar bûn. -
685 hezar welatiyên YE koçî Elmanyayê kirin
Di nûçeya rojnameya Dîe Welt a li gorî daneyên Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) de, par bi sed hezaran kesî ji welatên Yekîtiya Ewropaye (YE) koçî Elmanyayê kirine. -
Li Hîndîstan û Çînê karesetên xwezayî: 70 mirî
Li Hîndîstan û Çînê, ji ber barana zêde û şemitîna erd, zêdeyî 70 kes mirin. Tê gotin, gelek kes jî winda ne. -
Bêkariya Yekîtiya Ewropayê kêm bû
Li gorî daneyên Daîreya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), rêjeya bêkariyê ya li gelemperiya yekîtiyê ji sedî 0,1 pûanî kêm bû û daket rêjeya ji sedî 8,6. Li gorî meha Nîsanê 112 hezar bêkar bûn xwedî kar. -
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Elîe Wîesel mir
Parêzvanê mafên mirovan Elî Wîesel ê ji kampên Naziyan rizgar bû û di sala 1986'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, jiyana xwe ji dest da. -
Li nêzî Şamê zêdetirî 30 sivîlan hatin kuştin
Hate ragihandin, di bombekirinê de ku li ser qada navendek tenduristiyê û dibistan lê ye pêk hatiye, herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Londonê hezaran kes ji bo YE’yê meşiyan
Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran kes li dijî derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) meş li dar xistin. -
Serdana von der Leyen a li Încîrlîkê bi tundî hat rexnekirin
Piştî ku derket holê, Tirkiyeyê hefteya derbasbûyî nehişt parlamenterên Elman biçin Baregeha Încîrlîkê, Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen duh baregeh ziyaret kir. Mûxalefetê bi tundî von der Leyen rexne kir. -
DYA: Ji sala 2009'an û vir ve di êrîşên hewayî de 116 sivîl mirin
Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI), bîlançoya êrîşên bi balafirên bêmirov ên li derveyî Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatine kirin, eşkere kir.