Bêkariya Yekîtiya Ewropayê kêm bû

Li gorî daneyên Daîreya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), rêjeya bêkariyê ya li gelemperiya yekîtiyê ji sedî 0,1 pûanî kêm bû û daket rêjeya ji sedî 8,6. Li gorî meha Nîsanê 112 hezar bêkar bûn xwedî kar.

Li Herêma Euro ya ji 19 endamen Yekîtiya Ewropayê, rêjeya bêkariyê bi 95 hezaran kêm bû û daket 16,2 mîlyon kesî. Li Herêma Euro, li gorî meha Nîsanê bêkarî bi 0,1 pûanî kêm bû daket rêjeya ji sedî 10,1'ê. Rêjeya bêkariyê meha Gulanê ya li Herêma Euro ji sedî 11 bû.

Bi rêjeya ji sedî 4,1'ê ve Malta welatê herî kêm bêkar lê hene ye Elmanya jî bi rêjeya ji sedî 4,2'an di rêza duyemîn de ye. Welatên herî zêde bêkar lê ne bi rêjeya ji sedî 24,1 Yewnanîstan, ji sedî 19,8 Spanya ne.

Li Awûstûrya, Swêd, Romanya, Letonya û Belçîkayê rêjeya bêkariyê zêde bû. Li welatên din jî ya weke xwe ma, yan jî kêm bû.

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê, di nava ciwanên kêm 25 salî de 4 mîlyon 197 hezar bêkar hene. Ev tê wateya ji sedî 18,6. Li Herêma Ewropa jî rêjeya ciwanên bêkar ji sedî 20,6 e.

Bêkariya ciwanan li Maltayê ji sedî 6,9, li Elmanyayê jî ji sedî 7,2 ye. Li Yewnanîstanê ji sedî 50,4, li Spanyayê ji sedî 43,9 û li Îtalyayê jî ji sedî 36,9 e.