Hikûmeta Portekîzê dixwaze Êzidiyên li Îdomenî bibe welatê xwe
Hikûmeta Portekîzê xwe amade dike, bi qasî 500 penaberên Êzidî yên li kampên li dora gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê dimînin, qebûl bike.
Hikûmeta Portekîzê xwe amade dike, bi qasî 500 penaberên Êzidî yên li kampên li dora gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê dimînin, qebûl bike.
Parlamentera Parlamenta Ewropayê Ana Gomes çend roj berê li ser rewşa penaberan civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, hikûmeta Portekîzê dixwaze bi qasî 470 penaberên Êzidî yên li Yewnanîstanê ne, bîne welatê xwe.
Gomes da xuyakirin, ku hikûmetê di vê mijarê de temînat daye û bibîr xist, ku welatê wê di heman demê de dixwaze 10 hezar penaberên din jî qebûl bike.
Gomes ragihand, ji bo transferkirina penaberên Êzidî yên li kampên Îdomenî, rayedarên Yewnan bi lawazî tevdigerin û destnîşan kir, Êzidî li kampê ne ewle ne.
Gomes bibîr xist, ji sala 2014'an û vir ve Êzidî yekser di hedefa çeteyên DAIŞ'ê de ne û der barê êrîşên gengaz ên li kampên penaberan ên li Yewnanîstanê hişyarî da.
Hê nayê zanîn bê kengî penaberên Êzidî derbasî Portekîzê werin kirin.