Li gorî rapora ji aliyê parlamentera Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê ye Valerîe Rabaûlt hat amadekirin, ji sala 2007'an dema destpêkirina wezîfeya Nîcolas Sarkozy û vir ve barê bacên dewlet û rêveberiyên herêmî distînin, bi giranî li ser milê malbatan hatiye kirin.
Piştî Sarkozy di dema 8 salên Serokkomar Françoîs Hollande de, baca ji aliyê şîrketan ve hatiye dayîn bi 46 mîlyar euroyî zêde bûye. Lê baca ji aliyê şexsan ve di nava vê demê de hatiye dayîn bi 110 mîlyar euroyî zêde bûye.
Li gorî raporê, baca ji karker û karmendên xwedî hatiyeneyek kêm û navîn ji sala 2007'an û vir ve hatiye stendin, bi 110 mîlyar euroyî zêdetir bûye. Bi tenê îsal 13,5 mîlyar euro zêdetir bac ji karker û karmendan hatiye stendin.
Baca ku di nava heman demê de ji şîrketan hatine stendin jî bi tenê bi 46 mîlyar euroyî zêde bûye.
Li gorî van daneyên rapora parlamentera PS'yî, xuya ye baca ji bo dagirtina valahiyên li nava budçeya dewletê de di nava 9 salan de hatiye stendin, bi giranî ji karkeran hatiye stendin. Derdikeve holê ku şîrket ji aliyê Serokkomarê sosyalîst Françoîs Hollande ve bi kêmkirina bacê hatine destekkirin, lê barê karker û karmendan ê bacê hatiye girankirin.