685 hezar welatiyên YE koçî Elmanyayê kirin

Di nûçeya rojnameya Dîe Welt a li gorî daneyên Daîreya Koç û Penaberan a Federal (BAMF) de, par bi sed hezaran kesî ji welatên Yekîtiya Ewropaye (YE) koçî Elmanyayê kirine.

Li gorî vê yekê, hejmara mirovên di sala 2015'an de ji 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hatin Elmanyayê gihîşt 685 hezar 485 kesî. Di sala 2015'an de 303 hezar welatiyên Yekîtiya Ewropayê ji Elmanyayê vegeriyan welatên xwe. Bi giştî 382 hezar welatiyên yekîtiyê par ji welatên xwe koçî Elmanyayê kirine.

Di nava van de Romanya bi 175 hezar kesî di rêza yekemîn, Polonya bi 148 hezar kesî jî di rêza duyemîn de cih digirin. Hejmara mirovên ji Bûlgarîstanê koçî Elmanyayê kirine 72 hezar, yên ji Hirvatîstan a di sala 2013'an de bû endamê yekîtiyê koçî Elmanyayê kirine jî 50 hezar 500 e.

Li gorî daneyên BAMF'ê, ji welatiyên Yekîtiya Ewropaye yên li Elmanyayê bi cih bûne, bi tenê yek ji pênc paran ji welatên Rojavayê Ewropayê ne. Di heman demê de, hejmara mirovên ji Yewnanîstan, Îtalya, Portekîz û Spanyayê yên di nava krîza Euro de ne hatin Elmanyayê, 100 hezar e.

Li gorî daneyên Daîreya Statîstîkan a Federal a Elman, nifûsa Elmanya ku di dawiya sala 2014'an de 81,2 mîlyon bû, di dawiya sala 2015'an de gihîşt 81,9 mîlyonî. 

Tê texmînkirin, hejmara mirovên welatiyên Yekîtiya Ewropayê ne, lê li welatekî din ê yekîtiyê dijîn, 18,5 mîlyon e. 4,1 mîlyonê van mirovan li Elmanyayê dijîn. 3,1 mîlyon koçberên li Brîtanyayê dijîn ji welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Ji koçberên li Fransayê jî 2,2 mîlyon ji welatên Yekîtiya Ewropayê ne.