Hejmara kesên di êrîşên li Bexdayê de mirin 200 derbas kir
Hejmara mirovên di êrîşên pêr bi şev ên li Bexdayê jiyana xwe ji dest dan, 200 derbas kir.
Hejmara mirovên di êrîşên pêr bi şev ên li Bexdayê jiyana xwe ji dest dan, 200 derbas kir.
Rayedarên Iraqî der barê êrîşan de agahî dan û diyar kirin, hejmara miriyan gihaştiye 213 kesan û zêdeyî 200 kes jî birîndar in.
Eger ev hejmar ji aliyê meqamên fermî ve were piştrastkirin, ev ê bibe êrîşa herî giran xwekujiyê ya dîroka Iraqê.
Êrîş şeva Şemiyê, li nêzî restorant û bazarek li taxa Karada ya li navenda Bexdayê rû da. Hikûmeta Iraqê piştî êrîşê ji bo 3 rojan şîna neteweyî îlan kir. Hikûmetê da zanîn, wê li pêşiya Bexdayê tedbîrên ewlekariyê zêdetir bike.