Brîtanya piştî referandûmê dibe bihuşta bacê

Brîtanyaya Mezin ku di referandûma 23’ê Hezîranê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê standibû bi rêjeyên bacê yên bihuştî wê hewl bide ku şîrketên biyanî di destê xwe de bigire.

Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê George Osborne ku ji rojnameya Fînancîal Tîmesê re axivî diyar kir, welatê wî ji bo şîrketan divê ji bacê bikuje. Osborne got baca saziyî ku hê jî 100 ji 20 e û jê kêm bikin û bixin bin 100 ji 15’ê û got ji bo ku welatê wî bibe "xwedî hêzeke aborî ya reqabetê" bacên kêm hewce ne.

Osborne da xuyakirin, ku Serokwezîrê nû yê piştî Davîd Cameron were, ji bo ku zêdetir bikeve nava bazara YE’yê divê bêhtir bilez bike û li gel şirketan bal kişande ser wê ku divê mafê gera serbest jî divê were parastin.

Fikare li ser tê kirin Londona ku yek ji navenda fînansê ya dinyayê ye piştî ku ji YE’ya derket dibe ku giringiya wê nemîne. Dîsa fikare hene ku gelek şîrketên hilberîner piştî referendamo 23’yê Hezîranê dest ji razemîniyê biqerin.

Di tevahiya YE’yê de şîrketên ku di bin 100 ji 15’î de ne Îrlanda ye ku 100 ji 12.5 disepîne. Ev rêje li Fransayê diçe heya bi sed ji 34’ê û li Elmanya bi bacên xwecih digihije derdora 100 ji 30’î