Milîtanê Tevgera Azadî û Welatê Baskê (ETA) Henrî Parot, ji aliyê dadgeriya Spanyayê ve ji ber sûcdariya "endametiya rêxistina terorê" hat mehkûmkirin û wê heta sala 2030'î li girtîgehê bê rakirin. Parot xwest, wî neqlî girtîgeheke Fransayê bikin, ku li vî welatî keçên wî û dayika wî dijîn. Dadgehek li Madrîdê ev daxwaza Parot nirxand û bi hinceta 'hê li Fransayê depoyên çekan û endamên çalak ên ETA'yê hene' ev daxwaz red kir.
Dadger Jose Lûîs Castro her wiha, hebûna keçek Parot a li Spanyayê, weke yek ji sedemên redkirina vê daxwazê nîşan da.
Endamê ETA Henrî Parot ê welatiyê Fransayê ye, piştî ku di sala 1990'î de hat girtin, ji gelek dozan bi dehan salan cezayê girtîgehê ceza lê hatibû birîn. Kuştina generalê Spanyayî Vîctor Lago jî di nav de bi tevlîbûna li gelek çalakiyan tê sûcdarkirin.
Li gorî qanûnên welatên Ewropayê, mafê mehkûman heye ku malbata xwe li welatekî din bijî, dikare bixwaze li wî welatî bê ragirtin.