Elmanya ji bo çekan bifiroşe welatên Kendavê dilezîne
Hikûmeta Elman ku di asteke bilind de çek firot welatên di salên dawî de mafên mirovan lê gelekî tên binpêkirin, Erebîstana Siûdî jî di nav de, firotina çekên nû ji bo van welatan erê kir.
Hikûmeta Elman ku di asteke bilind de çek firot welatên di salên dawî de mafên mirovan lê gelekî tên binpêkirin, Erebîstana Siûdî jî di nav de, firotina çekên nû ji bo van welatan erê kir.
Di nivîsa Wezareta Aboriyê ya ji bo Meclîsa Federal de hat ragihandin, di civîna Konseya Ewlekariya Federal a bi beşdariya Serokwezîr Angela Merkel û gelek wezîran de, destûr ji morkirina peymanên nû yên li ser firotina çekan ji bo gelek welatan hatiye dayîn. Li gorî vê yekê peymanên bi Erebîstana Siûdî, Pakîstan, Misir, Brûneî, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Meksîkayê yên li ser firotina çekan hatine erêkirin.
Di çarçoveya van peymanan de, ji bo Erebîstana Siûdî ya bi binpêkirina mafên mirovan û darvekirina mirovan her di rojevê de ye, 48 botên dewriyê hatin firotin. Ji Misirê re jî wê keştiyek binê avê bi torpîdo bê firotin. Ji bo Qûweyt, Ûmma û Emaretên Ereb ên Yekbûyî jî destûra firotina modelên tankên êrîşê hat dayîn.
Ji Pakîstanê re jî wê fuzeyên ji hewayê ber dide hedefa hewayê, bê firotin.
Ev biryar di Konseya Ewlekariyê ya Federal de hat girtin, ku Wezîrê Aboriyê yê Sîgmar Gabrîel ê Serokê SPD'ê ye, lê amade bû. Gabrîel di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de li dijî firotina çekan ji bo Siûdiyan derdiket.
Di vê navberê de, tê payîn daneyên li ser firotina çekan ên sala 2015'an û 6 mehên destpêkê yên îsal, îro li paytext Berlînê werin eşkerekirin.