Li nêzî Şamê zêdetirî 30 sivîlan hatin kuştin

Hate ragihandin, di bombekirinê de ku li ser qada navendek tenduristiyê û dibistan lê ye pêk hatiye, herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev îdîa avêt holê, got balafirên rejîmê semta Jayrûdê bombe kirine. SOHR’ê îdîa kir ku di bombekirinê de navenda tenduristiyê, dibistan û rezîdansên wê hatine hedefkirin.

Hat ragihandin ku di bombekirinê de 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan jî birîndar bûne.

Hat îdîakirin ku li hember vê qada ku li bakurrojhilatê Şamê ye, êrîşa bejahî jî pêk hatiye. Tê gotin ku piştî El Nusrayê pîlotek înfaz kirin, ev êrîşana bi armanca tolhildanê pêk tên.

Agahî hate parvekirin ku ev semta ku êrîş li ser tê kirin, ji êrîşên bi salan didome heta niha bandor nebûye û bûye stargeha sivîlên ku ji şer direvin.