Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Elîe Wîesel mir
Parêzvanê mafên mirovan Elî Wîesel ê ji kampên Naziyan rizgar bû û di sala 1986'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, jiyana xwe ji dest da.
Parêzvanê mafên mirovan Elî Wîesel ê ji kampên Naziyan rizgar bû û di sala 1986'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî medya Îsraîlê, Wîesel di 87 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Wîesel di sala 1928'an de li Sîghetûl Marmatîeî yê Romanyayê ji dayik bû û di sala 1944'an de Naziyan ew şandin Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê.
Piştî ku kampê hat rizgarkirin, li dû bidawîbûna şer koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka kir. Li vê derê giranî da ser xebatên li ser Qirkirina Yahûdiyan. Wîesel hewl da qirkirin neyê jibîrkirin û piraniya romanên xwe li ser qirkirinê nivîsand.
Romana bi navê 'Şev' a Wîesel ku qala bûyerên li Aûschwîtzê bi serê wî de hatî dike, yek ji berhemên wî yê navdar e.
Elîe Wîesel, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî şîdet, zext û nîjadperestiyê, di sala 1986'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.