Li Yewnanîstanê yek ji pêla herî mezin a koçberiyê rû da

Li gorî lêkolînek ji aliyê Banka Navendî ya Yewnanîstanê ve hat kirin û li rojnameya Kathîmerînî hat weşandin, ji ber krîza giran a aboriyê ya salên dawî, hejmara Yewnanên welatê xwe terikandine gihaştiye 427 hezarî.

Di raporê de hat ragihandin, piştî pêlên koçberiyê yên 1900 û 1960-70, pêla herî mezin a koçberiyê rû da ye. Di raporê de hat gotin, berê bi tenê ji nava mirovên xizan û li herêmên çiyayî dijîn koçberî çêdibû, lê niha mirovên perwerde dîtine û yên li nava bajaran koç dikin.

Li gorî raporê, li Yewnanîstana nifûsa xwe 11 mîlyon e, hejmara mirovên ji sala 2013'an û vir ve koç dikin, salane gihaştiye 100 hezarî.

Di lêkolînê de derket holê, piraniya kesên di salên dawî de welat terikandine de, mirovên xwedî pîşe û perwerdeya zanîngehê qedandin e.

Li gorî raporê, piraniya kesên Yewnanîstanê diterikînin, ji bo kar bikin berê xwe didin Elmanya, Brîtanya Mezin û Emaretên Ereb ên Yekbûyî.

Li gorî daneyên meha Adarê, rêjeya bêkariya li Yewnanîstanê ji sedî 24 bû û di nava ciwanên kêmî 25 salî de rêjeya bêkariyê ji sedî 50 ye.

Di navbera salên 1907-1917'an de bi qasî 400 hezar Yewnanî welatê xwe terikandibûn û koçî DYA, Kanada, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê kiribûn. Pêla duyemîn a herî mezin a koçberiyê jî di navbera salên 1960-1970 de rû da. Bi qasî 1 mîlyon kes weke karkerên mêvan berê xwe dabûn Elmanya, Fransa û Belçîka.